Pisporek: Dibe ku DAIŞ serweriya xwe li Efganistanê fireh bike

Pişrî serweriya Talîbanê li ser Efganistanê tundî zêde bû, her wiha pisporekî komên îslamê texmîn kir ku dê tundî û kuştin zêde bibe û dê DAIŞ serweriya xwe li ser Efganistanê fireh bike.

Pisporek: Dibe ku DAIŞ serweriya xwe li Efganistanê fireh bike
20 cotmeh, 2021   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Piştî hefteyekê ji êrişa li dijî mizgefta şîa ya li Qendozê, teqînek li mizgefta Qendehar a Efganitanê çêbû û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî çavkaniyekî tibî ji AFP’ê re daxuyand, di nimêja înê ya 15’ê Cotmeha 2021’an de teqînek çêbû  û di encamê de 32 kes hatin kuştin û herî kêm 53 jî birîndar bûn.

Bijîşkê nexweşxaneya Mirwais a navendî ji AFP’ê re daxuyand ku heta niha nexweşxaneyê 32 cenaze û 53 birîndar pêşwaz kirine. Her wiha çavkaniyên tenduristî yên dîtir û berpirsên wîlayetê piştrast kir ku heta niha di encama teqînê de 30 kes hatine kuştin.

‛TEQÎN BÛ SEDEMA BÊHÊZIYA TALÎBANÊ’

Li ser nîşaneyên vê teqînê, dem û armancên wê, pisporê komên îslamê Mistefa Emîn wiha got: "Ev teqîn di çarçoveya şerê ku DAIŞ an li dijî tevgera Talîbanê pêk tîne de, nîşan dide."

Têkildarî vê yekê Emîn wiha anî ziman: "Armancên teqînê gelek in, jê jî şermkirina tevgera Talîbanê û bêhêziya wan li hember serweriya wê li ser Efganistanê nîşan dibe. Ev hemû mijar  dikevin xana ku Talban nikare ewlehiyê pêk bîne û serweriya li ser erdnîgariya Efganistanê bidomîne. Ev yek jî bi awayekî mezin dikeve xizmeta DAIŞ’ê û dibe sedem ku DAIŞ li erdnîgariya Efgansitanê serwerdiya xwe fireh bike û gelek herêmên nû kontrol bike."

Emîn wiha gotina xwe wiha berdewam kir: "DAIŞ li gelek herêmên dûrî nuqteyên xwe yên li başûrê Efganistanê ber bi bakur û bakurê rojhilat, cihên şîa û hwd ve çûn. Ev mijar hemû diyar dikin ku tevgera Talîbanê li hember rêxistina DAIŞ’ê û êrişên wê nikare bisekine."

Emîn da zanîn ku hin nîşaneyên din ên girîng hene û dibe werin eşkerekirin ku civaka navneteweyî jî êdî dibîne ku Talîban nikare Efganistanê bi rê ve bibe.

Li ser hedefgirtina DAIŞ’ê ji şîayên li Efganistanê re, Emîn wiha pê de çû: "DAIŞ’ê teqînên li dijî şîa girtin ser xwe. Ji ber helwesta DAIŞ’ê ya olî li hember şîa heye û wê red dike û ji demeke dirêj ve êrişan li dijî wê pêk tîne.  Li ser vê yekê Ebû Meseb El-Zerqawî ku bavê ruhî yê DAIŞ’ê û yê El-Qaîdê li Iraqê ye, fetwe daye. Ji wê demê ve DAIŞ gel û şîayên li Efganistanê bi awayekî mezin hedef digire. Ev jî nîşane û erkeke xeter e ku Talîban nikare pêkhateyên din biparêze."

Pisporê komên îslamê behsa ewlehiyên ku Talîbanê ji dema serweriya wê li ser desthilatê dane şîa kir û ev tişt got: "Şîayên Hazara li Efganistanê ne û Talîbanê jî gelek sozên ewlehî û hwd dane wan, ji ber DAIŞ mizgeftên wan hedef digire. Di îna borî de DAIŞ’ê mizgeftek hedef girt û di vê înê de jî yek din hedef girt. Ev tê wê wateyê ku tevgera Talîbanê nikare gel biparêze û dê ev yek Talîbanê li pêş civata herêm, navneteweyî û Îranê şermoke bide nîşandan û wê di dema pêş de bixe krîzeke xeternak."

 

Emîn da zanîn ku DAIŞ tevgera Talîbanê bi êrişên fireh û mezin hedef digire. Her wiha ji dema DAIŞ’ê balafirgeha Kabulê hedef girtiye ve, zêdetirî 15 êrişan di kêmî 6 rojan de pêk anîn, li gel wê jî zêdetirî 30 sûc jî kirine. DAIŞ’ê bi rêya êrişên xwekujî li Xarasanê yan jî bombekirin an jî hedefgirtina yekser a endamên Talîbanê û kesên hevkarên wê, ew sûc pêk anîn.

Emîn ev tişt got: "DAIŞ-Xarasan tevahî rêbazên girêdayî tundiya ku li Iraq û Sûriyê pêk anîbûn, ji bombebarankirin, hedefgirtina endaman û serêjkirinê pêk anîn."

Ji sedî 10 şîa ji şêniyên Efganistanê ne û piraniya wan ji Hazara ne û ew ji salan ve li Efganistanê bindest in. Di Cotmeha 2017’an de xwekujekî êrişî mizgefta şîa ya li rojavayê Kabulê kir û di encamê de 56 kes hatin kuştin û 55 birîndar bûn.

Girêdayî têkiliya Talîbanê bi teqînên li mizgeftên şîa çêbûn, Emîn wiha got: "Tu têkiliya Talîbanê bi teqîna li mizgefta şîa tune ye. Talîbanê sozên ewlehî û hwd dane wan û di wê de bi bin ket. Her tim Talîban peymanên ewlehiyê ji şîa re dişîne, lê heta niha tiştek nekiriye. Berovajî wê DAIŞ’ê mase bi ser serê wan de quliband û êriş pêk anîn."

`BAREGEHA KOMBÛNA TUNDRAWAN`

Çavdêran destnîşan kir ku hebûna Amerîka li Efganistanê bi behaneya têkbirina komên terorîst ku êrişên 11’ê Îlona 2001’ê pêk anîne, bû. Lê ji herêmê vekişî û di demeke pir kurt de tevgera Talîbanê bêyî bertekeke amerîkî, herêm xist bin serweriya xwe.

Têkildarî vekişîna Amerîka ji Efganistanê û serweriya Talîbanê li ser desthilatê, Emîn ev li axaftina xwe zêde kir: "Texmîna Amerîka ne rast bû yan jî bi ser neket. Hemû pisporên amerîkî piştî ragihandina vekişîna ji Efganistanê bi xwe itîraf kirin ku helwesta Amerîka ne baş bû. Bi wê yekê re Talîbanê hukim xist destê xwe."

Emîn diyar kir ku mixabin ne ji berjewendiya Amerîkayê ye ku tevlihevî li Efganistanê hebin, ji ber ev yek zirarê digihîne wê û ji vegerandina Efganistanê ber bi baregeha kombûna îslamiyan ve bi fikar û metirsîdar e. Dê ev yek di pêşerojê de bibe sedem ku êriş li dijî Amerîka pêk bên, mîna di 11’ê Îlonê de pêk hatine. Amerîka ditirse ku Efganistan vegere baregeha tundiyê li ser hevkarên wê."

‛ZÊDEBÛNA TUNDIYÊ’

Li ser rêveçûna bûyeran, pisporê komên îslamî Mistefa Emîn ev tişt anî ziman: "Mijar ber bi gelek tundî, alozî, xerabkirin û wêrankirina dewleta Efganistanê ve diçe. DAIŞ jî bi israr e Efganistanê vegerîne gola xwînê û dê demên pêş de vegere nakokî û pevçûnan. Ev yek jî dê cesaretê bide rêxistinên girêdayî fikirê Talîban û dê rêxistina El-Qaîdê tevgera Talîbanê li hember DAIŞ’ê bixe tevgerê."

Mistefa Emîn wiha dawî li gotina xwe anî: "DAIŞ dê bi awayekî mezin serweriya xwe li ser erdnîgariya Efganistanê fireh bike û dibe ku mîna erdnîgariya Mosil û Bakurê Sûriyê bi dest bixe."

(fr)

ANHA