Ciwanên Kobanê piştgirî da çalakiya Konvedanê ya li Sêmalkayê

Ciwanên Kobanê piştgiriya xwe ji xwepêşandêrên li Sêmalkayê re nîşan da û gotin, divê PDK’ê bersiva xwestekên malbatên gerîlayên ku di kemîna çekdarên wê de şehîd bûne, bide.

Ciwanên Kobanê piştgirî da çalakiya Konvedanê ya li Sêmalkayê
20 cotmeh, 2021   05:32
KOBANÊ-SELWA EBDUREHMAN

Çalakiya konvedanê ya şêniyên herêma Cizîrê ji 5’ê Cotmehê ve li qada dergehê Sêmalka berdewam dike. Çalakiya konvedanê bi daxwaza cenazeyên gerîlayên ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne ket hefteya xwe ya sêyemîn.

Gelek ciwanên Kobanê piştgiriya xwe ji xwepêşandêrên li Sêmalkayê re nîşan da û bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şehîdan radest bike.

 Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya şaxê herêma Firatê Mihemed Mehmûd wiha got, dewleta Tikr di hedefgirtina hêzên gerîla de PDK’ê bi kar tîne û ev yek jî xiyaneta PDK’ê nîşan dide.

Mehmûd wiha domand: "Dewleta Tirk çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî dike hedef û PDK’ê tu bertek li ser vê yekê nîşan neda. Ev yek jî xiyaneta wê ji doza Kurd re û tevkariya bi dewleta Tirk re eşkere dike."

Mehmûd da zanîn ku bi berxwedana hêzên gerîla ya ji bo azadiya çar parçeyên Kurdisatnê û bi piştgiriya gelên herêmê ji vê berxwedanê re, tevahî palnên dewleta Tirk bi bin ketin û derbên giran li dijmin hate xistin.

Mehmûd wiha dawî li gotina xwe anî: "Em piştgiriya şêniyên di bin çalakiya konvedanê de dikin. Em ê asta têkoşîna xwe heta wergirtina cenazeyên şehîdên xwe bilind bikin."

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya şaxê herêma Firatê Mezlûm Hemo ev tişt got: "Sûcê ku PDK’ê li dijî gelên herêmê û hêzên gerîlayan dike, dikevin xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk ên li herêmê û ji armancên wê re dibin alîkar."

Hemo da zanîn ew tevgera ciwanan piştgiriya çalakiyên konvedanê ya li dergehê Sêmalkayê yê ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dikin û dengê xwe tev li dengê malbatên şehîdan dikin.

Hemo wiha domand: "Divê PDK’ê dev ji sûc û xiyaneta li dijî gelê Kurd û hevkariya bi dewleta Tirk  berde û cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike. Ji rijandina xwîna kurdan bi destê kurdan re êdî bes e."

Endamê tevgera ciwanan Hemûdê Şiblî jî wiha got, divê PDK’ê cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên ku di kemîneke îxanetê li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbûn de radestî malbatên wan bike.

Şiblî bang li PDK’ê kir "Ji xiyanetê re êdî bes e, em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin, ji ber ji bilî berxwedan û têkoşînê tu rêbaz ji bo bidestxistina azadiyê tune ne."

Li gorî Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê, hêzên PDK’ê di şeva 28-29’ê Tebaxa borî de kemînek ji 7 hêzên gerîlayan re danîn, di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, yek dîl hat girtin û yek jî rizgar bû.

(dm)

ANHA