Îstîxbarata Tirk li Efrînê 5 welatî revandin

Îstîxbarata Tirk 5 welatiyên Kurd ku li bendava Meydanê ya navçeya Şerayê dixebitin revandin.

Îstîxbarata Tirk li Efrînê 5 welatî revandin
19 cotmeh, 2021   13:51
ŞEHBA

Çavkaniyan ji Efrîna dagirkirî ragihandin ku îstîxbarata Tirk 5 karmendên Kurd ku li bendava Meydankê ya navçeya Şerayê dixebitin revandin û birin cihekî ne diyar.

Li gorî çavkaniyan navên welatiyên hatine revandin wiha ne: Yekbûn Elî (42), Reşîd Dexdûx, Îmad Cuma, Azad, Derwîş.