Rêveberiya Xweser pêşnûmeya parastina milkan erê kir

Endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşnûmeya parastina zeviyên çandinî û fînansekirina wê erê kir, li gel wê jî ceza li dijî kesên vê qanûn bin pê bikin danîn.

Rêveberiya Xweser pêşnûmeya parastina milkan erê kir
19 cotmeh, 2021   13:59
REQA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser bi beşdarbûna endamên meclisên giştî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokatiya Meclisa Giştî Sîham Qeryo û Ferîd Etê û her du cîgirên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer û Emîne Osê civînek li hola civînan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li dar xist.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir, dûvre navên endamên bajarê Minbicê ku nû hatin hilbijartin ku wek nûnerên meclisa giştî ya Minbicê bin, hatin xwendin. Ew jî Sîham Hemo û Ednan El-Xelîfe ne ku wan jî sond xwar ku dest bi karên xwe di nava Meclisa Giştî ya Minbicê de bikin.

Dûvre 21 madeyên reşnivîsa qanûna parastina zeviyên çandiniyê ji hêla cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî Yasir El-Selman ve hatin xwendin. Her wiha beşdaran li ser her madeyekê nîqaş kir, beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û her madeyekê wê ketin dengdanê.

Li ser vê yekê, Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê wiha got: "Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev qanûn lêkolîn û pêşkêş kir û ji 21 madeyan pêk tê. Armanc ji vê qanûnê zeviyên çandiniyê û milkên giştî ji kesên li gel wan îsbat tune ne were parastin."

Etê ev tişt got: "Ev qanûn mafên tevahî welatiyan ên milk, kirê û rihneyê diparêze, her wiha mafên milkiyeta giştî ya Rêveberiya Xweser û saziyan ên kesayetan diparêze anku yên desteyên perwerde, tendurist û hwd in."

Etê da zanîn ku ev qanûn zeviyan ji destdirêjiyên derve çi ji hêla welatî yan jî kesayetên din ên ne ji mafên wan destwerdanê li van milkiyetan bikin, diparêze.

Ferdî Etê wiha dawî li gotina xwe anî: "Çiqas dem di ser milkên giştî re derbas bûbe, nabe bi dozê werin wergirtin, ji ber mafên milkiyetê mafekî pîroz ê her welatiyekî ye. Her kes an jî saziya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê milkiyetên xwe hene û dê li gorî mîsaqa bingehîn a Rêveberiya Xweser û qanûna ku dê li gorî qanûn û binpêkirinan were danîn bê parastin, ew jî piştî lêkolîna wê ya bi mehekê ji hêla meclisa gitşî ve."

(fr)

ANHA