Li Minbicê têkildarî nexweşiya penceşêra pêsîrê semînerek hate dayîn

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê têkildarî nexweşiya penceşêra pêsîrê semînerek li Minbicê da.

Li Minbicê têkildarî nexweşiya penceşêra pêsîrê semînerek hate dayîn
19 cotmeh, 2021   13:44
MINBIC

Semîner bi amadebûna bi dehan jinên di nava sazî, meclis û partiyên siyasî de dixeibtin hate dayîn û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Paşê endama Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Medîha El-Cuma li ser nexweşiya penceşêra pêsîrê got: "Ev nexweşî pir di nava jinan de belav bûye. Heger em vê nexweşiyê nas bikin divê em cûreyên penceşêran nas bikin ku di pêsîrê de xuya dibe. Ev nexweşiye girêkek e û cerm diqelişîne. Mezinbûn yek ji sedemên pêketina bi vê nexweşiyê ye an jî derfetên pêketinê zêde dike."

Ji bo xweparastinê ji vê nexweşiyê Medîha El-Cuma diyar kir ku divê jin bi awayekî asayî tenduristiya xwe kontrol bike, her çiqasî ku zû li xwe binêrin û xwe derman bike wê rêjeya başbûnê ji sedî zêdetirî 95 an be.

Semîner bi nîqaşan li ser çawaniya xweparastinê ji vê nexweşiyê bi dawî bû.

ANHA