Misir, Yewnanistan û Qibris îro dicivin

Îro serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî, serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis û serokê Qibrisê Nicos Anastasiades tev li civîna sêalî ya 9`an a di navbera Yewnanistan, Misir û Qibrisê de dibin.

Misir, Yewnanistan û Qibris îro dicivin
19 cotmeh, 2021   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê serokatiya Misirê Besam Radî got: “Di çarçoveya xurtkirina têkiliyan navbera her sê dewletan de bi taybet di warê şêwirên siyasî de û sekinandina li hemberî astengiyên li herêmên Rojhilata Navîn û rojhilatê Deryayê Spî, armanca sereke ya civîna 'Athenayê' ew e ku encamên her 8 civînên her sê aliyan werin temamkirin, pêşketinên di warên cuda yên hevkariyê de werin nirxandin û projeyên ku têne pêkanîn, werin şopandin.

Di çarçoveya têkiliyên xurt ên di navbera Misir û Yewnanistanê de û berdewamkirina şêwirên têkildarî dozên hevbeş, tê payîn ku serokê Misirê bi serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis re bicive da ku rêbazên xurtkirina têkiliyên dualî li ser hemû astan nîqaş bikin.

Ebdulfetah Sîsî her wiha dê bi serokê Qibrisê Nicos Anastasiades re bicive da ku têkiliyên di navbera herdu welatan de nîqaş bikin ku di çend salên dawîn de gelek pêş ketine. Her wiha dê rêbazên pêşxistina têkiliyên aborî û bazirganiyê yên herdu welatan û şêwirên têkildarî dosya û dozên herêmî de gotûbêj bikin.

(şx)