'Divê saziyên ewlehiyên ên Silêmaniyê detayên şehîdxistina Şukrî Serhad eşkere bikin'

Berdevka Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl banga eşkerekirina belgeyên derbarê kuştina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK`ê Şukrî Serhad de, kir.

'Divê saziyên ewlehiyên ên Silêmaniyê detayên şehîdxistina Şukrî Serhad eşkere bikin'
19 cotmeh, 2021   06:01
KOBANÊ- SELWA EBDUREHMAN

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK`ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) di 17'ê Îlonê de li taxa Çarçire ya bajarê Silêmaniyê ji hêla îstîxbarata Tirk ( MIT) ve, hate şehidxistin.

Têkildarî mijarê, berdevka Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl got: "Dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê berpirsê şehîdxistina Şukrî Serhad e."

Mizgîn Xelîl wiha lê zêde kir: "Agahiyên derbarê kuştina şehîd Şukrî Serhad de li gel saziyên ewlehiyê yê Silêmaniyê hene, lê heya niha ew agahî eşkere nekirine. Çima vê yekê dinuximînin?

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku MIT`a Tirk berpirsê şehîdxistina Şukrî Serhad e.

Derbarê hedefgirtina têkoşerên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê de, Mizgîn Xelîl got ev ne sûcê yekemîn e ku dewleta Tirk li dijî kesayetên berxwedêr û têkoşer pêk tîne ye û destnîşan kir ku ev delîlê hevkariya PDK'ê bi dijmin re ye û wiha dewam kir: “Mînaka herî berçav a wê yekê jî êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê yên bi hevkariya PDK`ê ne.”

Berdevka Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li dijî kesayetên azadîxwaz li herêmê, rawastînin.

Şehîd Şukrî Serhad 43 salan ji bo gel û welatê xwe têkoşiya. Lê di 17'ê Îlonê de bi îxanet li bajarê Silêmaniyê hate şehîdxistin.

(dx)

ANHA