Şêniyên Minbic: Em ê bi hemû rêbazan parastina welatê xwe bikin

Şêniyên Minbicê gefên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên nû yên Sûriyê red kirin û bang li gelên herêmê kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û li hemberî hewldanên dagirkeriyê bibin yek.

Şêniyên Minbic: Em ê bi hemû rêbazan parastina welatê xwe bikin
19 cotmeh, 2021   04:16
MINBIC-EHMED QERACE

Dewleta Tirk dîsa gefên êriş û dagirkirina herêmên nû yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.

Şêniyên Minbicê gefên dewleta Tirk red kirin û banga hevgirtinê li hemberî van gefan kirin,

Jina bi navê Xebeşe Silêman got:  "Em şêniyên Minbicê li dijî dewleta Tirk a ku hewl dide xaka me dagir bike û êrişan li dijî herêmên me pêk bîne, disekinin."

Xebşe Silêman diyar kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê bi taybet li dijî herêmên dagirkirî ji qetilkirin, dizîn û koçberî berdewam in û got: "Tişta ku Tirkiyê ji xaka me re dike, em ji xaka wê re naxwazin. Divê em li hember dagirkeriya Tirk bibin yek."

Ebdulhemîd El-Ehmed jî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker şerê taybet li dijî gelê dimeşîne û gel jî êdî gefên dagirkeriya Tirk ên bi hincetên li gel me teror heye û dê şerê wê bike, dizane."

El-Ehmed ev yek got: "Em di xaka xwe de bi ewle û aram dijîn û em ê bi hemû rê û rêbazan bajarê xwe biparêzin."

Melek Elî jî li ser vê yekê wiha got: "Em bi ewle û aram dijîn, lê dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya tirsandina welatiyan û sûcên li dijî gelên herêmê tevliheviyan vê ewlehî û aramiyê pêk bîne."

(fr)

ANHA