ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-10-2021
18 cotmeh, 2021   23:00

- Şêniyên Minbicê gefên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên nû yên Sûriyê red kirin û bang li gelên herêmê kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û li hemberî hewldanên dagirkeriyê bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji zêdetirî 3 sal û nîvan ve  kantona Efrînê ya dagirkirî di kiryar û sûcên guhartina demografîk re derbas dibe. Dewleta Tirk yekser binesazî guherî, şûnwar talan û xerab kirin û avahiyên mêtingehiyê ava kirin. Dewleta Tirk di vê yekê xwe xwe sûdê ji bêdengiya navneteweyî digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fikirê parastina cewherî her ku diçe pêş dikeve. Nexasim piştî ku fikirên parastina qanûnî, herêmî û navneteweyî li gel mudaxeleyên leşkerî û aborî yên bêserûber di karûbarên civakan de û zêdebûna tevgera guhertina bejewendiyên navneteweyî, nekarîn hawîrdorek, parastineke ewle û rasteqîn ji civakan re peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêkektî û miriyan a ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) zêde dibe. Dr. Ciwan Hemê diyar kir ku êdî zarok bêhtir pê dikevin û nexweşiyê derbasî malê dikin û got: “Divê gel bi xwe, xwe biparêze.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Bi hezeran mal, bi sedan avahî û bi dehan pire, binesaziyeke baş û av, kehrebe bi rêjeya ji sedî 65, bi dehan proje û zêdetirî 100 kargeh li bajarê Reqayê hene, ku beriya 4 salan bajar bi temamî hatibû rûxandin. Bajarê Reqayê yê ku hemû planên hundirîn û derve bi bin xist û jinûve bi saya gelê xwe û hevgirtina wan bi Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê re li ser piyan sekinî. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer da zanîn ku gefên dagirkeriya Tirk ji ber helwesteke lawaz tên xwarin û got çi êriş were kirin wê dê rastî berxwedaneke mezin a gele were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parlamentera Partiya Çepgir a Almanyayê Gokay Akbulut diyar kir ku divê hikumeta Alman hemû peymanên bi dewleta Tirk re betal bike ku li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne û got "Welatên ku çekan didin dewleta Tirk dibin şirîkên êrişên qirkirinê." (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Şêniyên herêma Cizîrê gotin, PDK'ê bi çarenûsa gelê Kurd dilîze û divê gelê Kurd li hemberî siyasetên PDK'ê yên şaş serî hilde. Şêniyan gotin: "Tiştka ku dijmin nekiriye, PDK'ê dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevka Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl banga eşkerekirina belgeyên derbarê kuştina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK`ê Şukrî Serhad de, kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê semînerekê li ser nexweşiya penceşêra pêsîran li bajarê Minbicê organîze dike, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi hatina meha Cotmeha re, ji rêveberên Navenda Keşifkirina Zû Ji Penceşêra Pêsîrê re ya li bajarê Qamişlo Fatma Abdullah girîngiya ku jin bi domdarî tenduristiya xwe bişopînin destnîşan kir da ku neghêje pêngavên xeter û derfeta dermankirina wî zû be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên rêveber ên Dêrazorê diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan sembolê neteweya demokratîk e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya wî dişopînin û got: " Rêbertî bi fîzîkî ji me dûr e, lê bi rihê xwe di nav me de ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Meclisa Sivîl a Dêrazorê di nava hewldanan de ye ku pirsgirêka kêmbûna avê çareser bike, ku dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 10 mehan ve ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA