Gokay Akbulut: Welatên ku çekan didin Tirkiyê hevkarên êrişên qirkirinê ne

Parlamentera Partiya Çepgir a Almanyayê Gokay Akbulut diyar kir ku divê hikumeta Alman hemû peymanên bi dewleta Tirk re betal bike ku li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne û got "Welatên ku çekan didin dewleta Tirk dibin şirîkên êrişên qirkirinê."

Gokay Akbulut: Welatên ku çekan didin Tirkiyê hevkarên êrişên qirkirinê ne
19 cotmeh, 2021   01:55
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Artêşa Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsanê ve li dijî herêmên Avaşîn, Zê û Metînayê êrişên dagirkeriyê pêk tîne, her wiha berxwedana dîrokî ya gerîla jî dewam dike.

Dagirkerên ku li pêşberî berxwedana dîrokî ya gerîla bi ser neketin, li pêş çavê cîhanê çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tînin. Ne cara yekê ye ku dewleta Tirk vê yekê dike, 40 sal e li dijî gerîla şer dimeşîne û bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên li dijî mirovahiyê dike. Dewleta Tirk di êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de heman çekên kîmyewî yên qedexekirî li Efrîn û Serêkaniyê jî bi kar anîn.

Di raporeke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) şaxa Amedê ya sala 2011'an de hate nîşandan ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî lê bi kar anîne.

Di sala 1997’an de 192 dewletan peymanek îmze kir û "hilberîn, depokirin û bikaranîna çekên kîmyewî" hate qedexekirin lê her çendî qedexe bin jî ev mînak nîşan didin ku artêşa Tirk a dagirker li gorî vê peymanê tev nagere. Her wiha Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çavdêriya vê peymanê dike.

Parlamentera Partiya Çepgir a Almanyayê Gokay Akbulut êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li hemberî Başûrê Kurdistanê, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk ve û nedîtina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hêzên navneteweyî ve, ji ajansa me re nirxandin.

Gokay Akbulut xuya kir ku ji bo êrişên li Başûr bi dawî bibin û dawî li bikaranîna çekên kîmyewî bê anîn, hewldan hene û destnîşan kir ku wan ji hikumeta federal têkildarî êrişên dermirovî û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, pir jê kirine û got: "Me pirsî bê ka di vê mijarê de kîjan agahî di destê hikmeta federal de hene û çekên kîmyewî yên hatine bikaranîn ji ku derê hatine. Wek welatekî Yekitiya Ewropayê me daxwaz kir ku Tirkiye di zûtirîn demê de aşkera bike ka ev çek ji ku derê standine."

'DIVÊ HIKUMETA NÛ HELWESTA XWE YA LI DIJÎ DEWLETA TIRK ZELAL BIKE'

/kr/uploads/files/2021/10/19/054017_203254_gokay-akbuluit.webp

Gokay Akbulut diyar kir ku Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Keskan û Partiya Demokratên Azad (FDP) ku piştî hikumeta Merkel biryar dane Almanyayê ji nû ve dîzayn bikin, divê li dijî êrişên dagirkeriyê ên dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan bidin û wiha axivî: "Wek Partiya Çepgir, ji bo ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi SPD, Kesk û FDP'ê re, her wiha bi saziyên din re gav bên avêtin, em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê daxwaz bikin ku li dijî sûcên ku dewleta Tirk kirine, pêşniyarname werin amadekirin. Di vê çarçoveyê de berpirsyariyeke  mezin dikeve ser milê Keskan û SPD’ê ku  şîrikên hikumeta nû ya Almanyayê ne."

'DEWLETA TIRK LI GORÎ POLÎTÎKAYA ŞER A NATO'YÊ ÊRIŞ DIKE'

Gokay Akbulut îşaret pê kir ku dewleta Tirk li gorî polîtîkaya qirêjî ya şer a NATO'yê êrişî Başûr dike û got: "Dewleta Tirk bi mehan e bi awayekî sîstematîk konsepta şerê qirêjî xistiye dewrê. Di vê pêvajoyê de pir girîng e ku raya giştî were afirandin ku li dijî êrişên dewleta Tirk, NATO û hikumeta nû ya Alman seferber bibe. Li gorî bersiva daxwaza me ya lêpirsînê ya dawî em ê êrişên dagirker bibin ser komîsyona mafê mirovan. Di rûniştina destpêkê ya parlamentoyê de, em ê aşkerakirina êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî bidomînin."

Gokay Akbulut diyar kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Başûr divê raya giştî bê afirandin û got: "Divê her kes li ber sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê yên bikaranîna çekên kîmyewî tev bigere. Ji bo cezakirina dewleta Tirk ku çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne, divê gavên şênber werin avêtin."

'DIVÊ TÊKILIYÊN BI DEWLETA TIRK RE BÊN LÊKOLÎNKIRIN'

Gokay Akbulut diyar kir ku divê hikumeta nû ya Almanyayê têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re ji nû ve binirxîne û peymanên bazirganiya çekan bên qedandin û wiha dewam kir: "Di şerên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn de çekên NATO û welatên Ewropayê ji aliyê artêşa Tirk ve tên bikaranîn û bi van çekan sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Welatên ku çekan didin dewleta Tirk, dibin şirîkên êrişên şer û qirkirinê.  Weke Partiya Çepgir em ê li her derê bixwazin ku dewleta Tirk ji ber sûcên şer bê darizandin û peymanên çekan yên bi wê re bên betalkirin."  

HPG'ê têkildarî êrişên kîmyewî daxuyaniya dabû û wiha diyar kiriiû: "Me xwe gihand kampa ku girtî lê dihatin ragirtin ya li herêma Siyane ya herêma Garê. Lê belê tevî ku di ser re 3 roj derbas bûne jî bêhneke giran a gaz û kîmyewî li kampê û derdora wê heye. Ji ber ku artêşa Tirk a faşîst çekên kîmyewî bi kar anîne, kes nikare bikeve kampê ku li dijî vê kampê ew çek hatin bikaranîn û wek sûcê şer tê dîtin û qedexe ye ku bê bikaranîn. Bi îhtîmaleke mezin kesên li vê kampê, piştî ku bi gaza kîmyewî hatin kuştin, gule li wan hatine reşandin."

Komek ji nivîskar û akademîsyenan, ji bo pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bigirin, li ser malpera înternetê ya dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

Îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de hatine komkirin dê ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Manuel de Oliveira Guterres, Seroka Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Nancy Patricia Pelosi, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden, Serokê Iraqê Berhem Salih, Serokê Meclisa Nûneran a Iraqê Mihemed El Helbûsî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, wezîrê karen derve yê DYA’yê Antony Blinken, nûnerê bilind ê YE’yê yê kar û barên derve û siyaseta ewlehiyê Josep Borrell, sekretere giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûl Xeyît, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokê Meclisa Başûr Rewaz Faeq re bên şandin.