Çeteyên dagirker 5 sivîlên gundê Memilo yê Efrînê revandin

Çeteyên “Polîsên leşkerî” û “El-Mutasim Billah” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 5 sivîl ji gundê Memilo yê navçeya Raco ya Efrîna dagirikirî revandin.

Çeteyên dagirker 5 sivîlên gundê Memilo yê Efrînê revandin
18 cotmeh, 2021   13:11
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirikirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh li gundê Memilo yê navçeya Raco hemleyeke berfireh a revandinê pêk anî.

Li gorî çavkanî, çeteyan 5 sivîlên gund revandin. Ji kesên hatine revandin, Reşîd Zêbar (Ebû Kawa), Selah Ehmed Îbrahîm û Mistefa Xelîl Zêbar hatin naskirin.

Heman çavkanî daxuyand ku çeteyan kesên revandine ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha çarenûsa wan nediyar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gundê Memilo ji 12'ê Cotmehê ve revadina sivîlan ji aliyê çeteyan ve dewam dike. Heta niha zêdetirî 13 sivîlên gund hatine revandin û heta niha çarenûsa wan nediyar e.

(dm)

ANHA