Kongra Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl bi gelek biryar û pêşniyaran bi dawî bû

Kongraya Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hilbijartina meclisa rêveber ya ji 15 endaman, bi dawî bû. Meclis dê biyrar û pêşniyarên kongrayê bişopîne.

Kongra Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl bi gelek biryar û pêşniyaran bi dawî bû
18 cotmeh, 2021   13:02
QAMIŞLO

Kongraya Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi amadebûna 200 delegeyên ji rêxistinên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistin û aliyên navneteweyî wekî UNESCO, Enîstutuya Aştiyê ya Ewropayê û rêxistinên din ên derve bi rêya Zoom beşdar bûn, li hola Zana ya li bajarê Qamişlo hate destpêkirin.

Roja duyemîn a kongrayê bi axaftina gerînendeyê projeyan ê Parograma “Wîam” Alan Hesaf dest pê kir. Alan Hesaf lidraxistina kongrayê pîroz kir û diyar kir ku dê ev kongra bandoreke erênî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Piştre, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi rêya dîmen beşdra bû. Ebdî rêxistinên beşdarî kongrayê bûne silav kir û got, “Wekî ku em beşdarî gelek çalakiyên civaka sivîl bûne û me piştgirî daye, em piştgiriyê didin projeyên we jî û em ê piştgiriya xebatên rêxistinên civaka sivîl dewam bikin.”

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku avakirina civaka sivîl a demokratîk, têkoşîna nû ye û got, “Em îro hewl didin çareseriyan ji gelek dozên civakî re peyda bikin, ji ber ku hewldanên me yên avakirina civakeke sivîl demokraîtk hene. Ev jî yek ji şerên me yên nû ye di roja îro de.”

Ebdî wiha dewam kir: “Em hewl didin rêveberiyê bi pêş bixin. Em ê li kêleka rêxistinên civaka sivîl kar bikin, ku ew dikarin di xebatên avakirin û pêşxistinê de rol bilîlzin. Hûn dikarin rolekê di pêşxistina Rêveberiya Xweser di hemû aliyan de bilîzin.”

Duh, meclisa rêveber a ji 15 endamên rêxistinan hate hilbijartin, bi şertê ku beşdarbûna jinan bi rêjeya ji sedî 50 be. Endamên meclisê ji aliyê Desteya Giştî ve li ser esasê pirrengiyê û cografiyê hatin hilbijartin. Dema erka meclisa rêveberiyê du sal in.

Ji bo ku karibin xwe bigihînin hemû herêm û civakên herêmî, kursî li gorî hejmara rêxistinên di nava hevbendiyê de ji her herêmekê hatin veqetandin. Kursiyên meclisa rêveber li gorî van rêjeyan in: “Dêrazor 4, Reqa 4, Cizîrê 4, Firat 3).

Di kongrayê de gav û nêrînên ji bo pêşerojê hatin nîqaşkirin û pêşniyar ji meclisa rêveber a hatî hilbijartin re, hatin pêşkêşkirin.

Beşdaran gelek pêşniyar pêşkêşî hevbeniyê kirin da ku li ser kar bikin, ji wan pêşniyaran; girîngiya beşdarbûna jinan bi rêjeya ji sedî 50 di hevbendiyê de, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî êrişên DAIŞ`ê gelek faktorên sereke kêm in, divê ew bên peydakirin, çand li herêmê bê vejandin, piştgirî ji xebatên çandî û rewşenbîran re were kirin.

Beşdaran diyar kir ku li herêmê hîna piştgiriya pêwîst di aliyê ekolojiyê de tune ye û bang li hevbendî û rêxistinên kir ku girîngiyê bidin mijarên ekolojiye, her wiha piştgiriyê bidin kampên koçberan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha gotin ku divê bernameyên siyasî yên hevbendiyê hebin da ku dozên siyasî nîqaş bike û hesabên bankê ji komele û rêxistinan re vekin.

Tê payîn ku melcisa hilbijartî biyar û pêşniyarên di Kongraya Damezirêner a Rêxistinên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişopîne û li ser kar bike.

(cx)

ANHA