Hêzên hikumeta Şamê ketin bajarokê El-Kerik Rojhilat

Di çarçoveya xebatên çareserkirinê li herêmên nêzî sînorê Urdunê, vê sibehê hêzên hikumeta Şamê ketin bajarokê El-Kerik Rojhilat da ku xebatên lêgerînê pêk bîne.

Hêzên hikumeta Şamê ketin bajarokê El-Kerik Rojhilat
18 cotmeh, 2021   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê xebatên çareserkirinê li gorî lihevkirina vê dawiyê bi rûspiyên Derayê re yên bi navbeynkariya banê Rûsyayê didomîne. Hêzên hikumeta Şamê îro ketin bakarplî El-Kerik Rojhilat ji bo xebatên lêgerînê mîna herêmên li ser sînor Urdunê pêk bînin.

Di çend rojên dawîn de, hêzên hikumeta Şamê ji bo çareserkirin rewşa kesên ji aliyê wê ve tên xwestin, ketibû van herêman (Nasîb- Um El-Meyazin- El-Neîme- El-Misêfire- El-Tîba- Seyda- El-Kerik Rojhilat- El-Sehiwa- El-Gariye ya Rojhilat û Rojava- Xirbet Xezal- Namir- El-Mûsabeqat- El-Cîzê).

(dx)