Tehran: Dan û standinên bi Riyad re cidî û berdewam in

Îranê roja Duşemê piştrast kir dan û standinên bi Erebistana Siûdî re cidî bûn û li ser esasê rêzê pêk hatin. Her wiha anî ziman ku têkiliyên di navbera her du dewletan de, berdewam in.

Tehran: Dan û standinên bi Riyad re cidî û berdewam in
18 cotmeh, 2021   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev yek ji aliyê Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê Seîd Xetîb Zade ve di civîna çapemeniyê ya heftane de hat ragihandin.

Berdevkê gumrika Îranê Roh Allah Letîfî jî diyar kir ku Erebistana Siûdî piştî çend salan ji nû ve kelûpelan ji Îranê tîne.

Mudirê giştî yê daîreya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê Mîr Mesûd Hesîniyan ragihand ku başbûna têkiliyên bi Erebistana Siûdî re di pêşerojê de dê bi awayekî erênî bandorê li ser têkiliyên Tehran bi gelek dewletên Kendavê û bakurê Afrîkyayê re bike.

(dm)