'Li şûna F-16, em ê balafirên Rûsya bikirin'

Dewleta Tirk bi rêya kirîna balafirên şer ên Rûsyayê gef li DYA`yê xwar.

'Li şûna F-16, em ê balafirên Rûsya bikirin'
18 cotmeh, 2021   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Sputnik ya rûsî ku agahiyên xwe spart serokê Pîşesaziyên Parastinê yên Tirk Isamîl Demîr, eger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) firotina balafirên F-16 rawestîne dibe ku Tirkiye balafirên şer ên Rûsyayê bikire.

Rêveberê Karûbarên Federal a Hevkariya Teknîkî-Leşkerî ya Rûsyayê Dmitry Shugaev di demeke berê de ragihand ku eger Enqere biryara kirîna balafirên Rûsyayê bistîne, Rûsya amade ye ku li gel Tirkiyê li ser balafirên So-35 û So-57 danûstandinan bike.

Demîr got: "Eger kirîna F-16 encam negire, Tirkiye dê bêçare nemîne."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got piştî ku peymana kirîna balafirên F-35 hat cemidandin, DYA`yê ji Tirkiyê pêşniyar kir ku balafirên F-16 bikire.

DYA`yê ji ber kirîna Enqerê ya pergalên berevaniya hewayî ya Rûsyayê S-400, bi awayekî fermî Tirkiyê agahdar kir ku ew ji bernameya hilberandina F-35 dûrxistiye.

 (dx)