​​​​​​​Gerîlayan li Metînayê wênegireke artêşa Tirk îmha kir

Li herêma Metînayê gerîlayan wênegireke veşartî ya leşkerên Tirk tespît kir û piştre îmha kir.

​​​​​​​Gerîlayan li Metînayê wênegireke artêşa Tirk îmha kir
18 cotmeh, 2021   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê wênegira ku dewleta Tirk a dagirker li qadê bi cih kiribû, bê bandor kir.

Di 4’ê Cotmehê de saet di 15:40’an de gerîlayan wênegireke veşartî ya artêşa Tirk tespît kir. HPG’ê berê jî ev agahî dabû. Gerîla wênegira veşartî li qada Girê Azad a Metînayê tespît kir û dîmenê wê qeyd kir.

Di dîmenan de tê dîtin ku wênekgira veşartî wekî êzingan hatiye kamûflekirin. Gerîlayek vê wênekêşa veşartî vedike û bê bandor dike.

Li herêmên Zê, Metîna û Avaşînê jî ji serê meha Nîsanê ve gelek malzemeyên leşkerî yên artêşa Tirk hatin desteserkirin. Gelek çek, bi sedan kîlo teqemenî, bi dehan kamera û mobese hatin desteserkirin.

Her wiha leşkerên Tirk dema ji herêma Werxelê ya Avaşînê reviyabûn, li pey xwe gelek malzemeyên leşkerî hiştibûn.