Rohat Xelîl: Peymangeha mamosteyan dê peymangeheke akademîk be

Desteya Perwerdeyê amadekariyên vekirina peymangeha gihandina mamosteyan dike. Rohat Xelîl got: “Amadekarî baş tê kirin, hemû bi awayekî akademî ye û alavên xwendinê dê cuda bin ne wekî peymangehên ku beriya niha me bi awayekî lezgîn vekiribûn.”

Rohat Xelîl: Peymangeha mamosteyan dê peymangeheke akademîk be
18 cotmeh, 2021   03:08
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi armanca dayîna derfetekê ji bo xwendekarên ku di refa 12`an de bi ser ketine û ji derveyî mufadeleya duyemîn a zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mane, peymangehekê vedike. Her wiha ji ber ku pêwîstiya wan bi mamosteyên branşên qonaxa navîn heye, amadekariyên vekirina peymangeheke mamosteyan dike.

Peymangeh dê li Qamişlo û Hesekê be û bi zimanên erebî û kurdî perwerdeyê bide. Şert û mercên qebûlkirinê jî li gorî pileyên bawernameya refa 12`an in. Dema xwendinê di peymangehê de 2 sal e.

Di peymangehê de 7 beş hene; bîrkarî, zanyarî û fîzîk û kîmya, zimanê kurdî, zimanê îngilîzî û werzîş, wêne û mûzîk. Li wan beşan dê alavên xwendinê yên pêwîst jî hebin.

Der barê mijarê de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl ji ajansa me re axivî.

Rohat Xelîl li ser hejmara xwendekarên ku dikarin wan tev li peymangehê bikin wiha got: “Li gorî me texmîn kir xwendekarên ku derveyî mufadeleya duyemîn a zanîngehên Bakur û Rojhilatê bûn, li herêma Cizîrê nêzî 300 xwendekarî ye. Her wiha li gorî derfetan em dikarin kesên ku beriya niha di dibistan û zanîngehên Rêveberiya Xweser de xwendine jî tev li peymangehê bikin”

Rohat Xelîl têkildarî sîstema peymangehê got: “Ji sala 2015’an ve pêwîstiya me bi mamosteyan hebû. Piştî temamkirina hejmara mamosteyan me peymangeh dan sekinandin. Lê piştî vekirina vê peymangehê li gorî rêjeya hejmara xwendekaran em ê careke din peymangeha gihandina mamosteyan vekin. Wê demê em dikarin tenê beşên ku pêwîstî pê hebe, bihêlin.”

Rohat Xelîl wiha dom kir: “Peymangeh bi şêwaza akademiyan tê amadekirin, her wiha heta materyalên xwendinê dê cuda bin, ne wekî yên peymangehên ku beriya niha me bi wayekî lezgîn vekiribûn.”

VEKIRINA PEYMANGEHÊ

Tomarkirina navan li peymangehê ji 22`yê Îlona borî ve dest pê kiriye û hîn jî dewam dike. Rohat Xelîl têkildarî mijarê da zanîn: “Dê di 15 rojên bê de peymangeh bê vekirin, ji ber ku branş û kadroyên peymangehê bi giştî hazir bûne.”

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Rohat Xelîl wiha lê zêde kir: “Dê peymangeh di salê de li ser 3 qonaxan be; qonaxa destpêkê lêvegera agahiyan e, piştre dê xwendekar derbasî materyalên xwe bibin.”

ANHA