Hasan Ozguneş: Dewleta Tirk dixwaze siyaseta xwe ya xitimî bi şer bi ser bixe

Hasan Ozguneş diyar kir ku dewleta Tirk di polîtîkaya hundir û derve de ditengije û êrişên dagirkeriyê wek rêya xelasiyê dibîne û got “Dewleta Tirk bêyî ku hevsengiyên herêmê hesab bike, nikare êriş bike.”

Hasan Ozguneş: Dewleta Tirk dixwaze siyaseta xwe ya xitimî bi şer bi ser bixe
17 cotmeh, 2021   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Erdogan di axaftina xwe ya 11'ê Cotmehê de careke din gefa dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar. 2 roj piştî vê daxuyaniyê, wezîrê karên derve yê Tirk Mevlut Çavuşogli jî got “Em ê careke din navoka xwe bi xwe bibirin.”

Ev daxuyaniyên di salvegera duyemîn a êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de, bal bire ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Desthilata AKP-MHP'ê ku heta niha tişta ku dixwaze ne li hundir û ne jî li derve bi dest nexist, armanc dike ku hilbijartinan bi rêya gurkirina şer dereng bixe. 

Em bi parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş re li ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û li dijî êrişên gengaz divê gelê Kurd Rojavayê çawa biparêze, axivîn.

Hasan Ozguneş got desthilata AKP-MHP'ê li ser du armancan hewl dide xwe biafirîne û got: "Dewleta Tirk bi veguherandina xewna Osmanî dixwaze bandora xwe ya li ser welatên li Rojhilata Navîn û Ewropayê xurt bike. Ya duyemîn jî dixwazin destkeftiyên gelê Kurd ku wek astengiya herî mezin a li pêşiya qirkirina li dijî Kurdan dibînin, ji holê rakin. Dewleta Tirk di salên 2013-2014'an de di dema hevdîtinên bi birêz Ocalan de xwest Bakurê Kurdistanê û Rojava bixin ber xizmeta xwe û ji wan xwest ku li dijî Esad tê bikoşin. Piştre piştgirî da çeteyên mîna DAIŞ'ê. Bê guman ev daxwazên dewleta Tirk nehatin qebûlkirin. Ev 6 sal e hem li Rojava hem jî li Bakurê Kurdistanê ji bo şikandina îradeya gelê Kurd êrişan pêk tîne. Dewleta Tirk xwest mîna modela Srî Lankayê Rojava tune bike. Naxwazin Rojava bibe xwedî statu û ev yek gelekî zelal diyar kirin.”  

'DIXWAZIN ERKA KU DABÛN DAIŞ'Ê VÊ CARÊ BI XWE PÊK BÎNIN’

Ozguneş diyar kir ku desthilata AKP-MHP'ê rola çeteyên DAIŞ'ê didomîne û wiha axivî: "Dewleta Tirk bi hawara çeteyên DAIŞ'ê de hat û êrişên bi armanca tolhildana çeteyan û têkbirina destkeftiyên gelê Kurd pêk anîn. Di van êrişan de çeteyên El Nusra û Artêşa Azad bi kar anîn. Ev çeteyên ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirine, ji bo êrişeke nû ji aliyê dewleta Tirk ve tên bicihkirin. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê dîsa şoreşa Rojava dike hedef.  Siyaseta mêtinger a dewleta Tirk têk diçe. Li Tirkiyê partiyên muxalîf li dijî AKP'ê radiwestin.”

Hasan Ozguneş got dewleta Tirk di polîtîkaya hundir û derve de ditengije û ji bo êrişên dagirkeriyê li rêyekê diğere. Ozguneş destnîşan kir ku dewleta Tirk bêyî ku hevsengiyên herêmê hesab bike nikare êriş bike û wiha domand: "Îran, Rûsya, DYA û welatên Ereb dê li dijî vê nêzîkatiya dewleta Tirk ku krîzê kûrtir dike, helwestê nîşan bidin. Serokê DYA'yê herî dawî got dewleta Tirk otorîter û dîktator e. Ev ne tiştekî hêsan bû ku bê gotin. Dewleta Tirk dixwaze bi çewisandin û siyaseta girtinê gel bi rê ve bibe û mêtingeriya xwe bidomîne.  Hikumeta AKP'ê dixwaze vê pêvajoyê bi şerê qirêjî derbas bike ku zelal dibe ku dê di rojên pêş de di hilbijartinan de bi bin bikeve. Erdogan şer derbasî Rojava dike. Lê vê carê Erdogan tişta ku dixwaze, dê bi dest nexe."

'DEWLETA TIRK DI HER FIRSENDÊ DE GEFÊ LI ROJAVA DIXWE'

Hasan Ozguneş îşaret pê kir ku dewleta Tirk hewl dide şer wek amûreke bazarê bi kar bîne û got: "Erdogan bi nîşandana Rojava ji bo xwe wek gefekê, hewl dide gelên Tirkiyê ji bo şer îqna bike. Bi vê yekê qala dagirkerî û êrişê dike. Dewleta Tirk dixwaze krîzê kûrtir bike û hebûna xwe li Rojhilata Navîn ji nû ve bixe rojevê. Dewleta Tirk careke din zengilên şer lê dide da ku xwe û çeteyên xwe bi Amerîka û Rûsyayê bide bazarkirin."

Ozguneş destnîşan kir ku gelê Kurd rê nade dagirkeran û li dijî hemû êrişan dê li ber xwe bide û wiha pê de çû: "Kurdan ji bo hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn û cîhanê, gavên gelekî cidî avêtine. Dewleta Tirk bi şer û êrişan hewl dide însîyatîfa Kurdan biçewisîne. Tu dewleteke ku dijminatiyê li gelê Kurd dike, îro li ser dika dîrokî nîn e. Heta ku dewleta Tirk êrişî destkeftiyên Kurdan bike, dê li her derê têk biçe. Şerekî gengaz dê rê li ber vekr ku Tirkiyê wekî Iraq û Sûriyê lê were."  

'DEWLETA TIRK DIXWAZE JI NAKOKIYAN SÛDÊ WERGIRE'

Hasan Ozguneş got dewleta Tirk bi sûdwergirtina ji nakokiya DYA û Rûsyayê dixwaze êrişên xwe yên dagirkeriyê bidomîne û wiha pê de çû: "Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawîn de li dijî DYA û Rûsyayê pêvajoyeke nû ya reşkirinê da destpêkirin. Dewleta Tirk bi şantajê hewl dide bazirganiya xwe ya rawestandî ji nû ve çalak bike. Dewleta Tirk di wê baweriyê de ye ku bi binpêkirina hemû peymanan dê DYA û Rûsya çavê xwe li êrişên wê bigirin. Lê li herêmê Îran û Ereb jî hene. Ew ê li hemberî vê êrişê bê deng nemînin."

Ozguneş bal kişand ser daxuyaniyên serokê DYA’yê Biden û Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî û got: "DYA'yê diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de ew ê li Rojava destekê bide QSD'ê. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk êdî tişta dixwaze ji DYA'yê wernagire. Di serî de gelê Kurd bi hêza xwe ya xweser bawer e û dê li dijî van hemûyan li ber xwe bide."

'AKP-MHP JI BO TALOQKIRINA HILBIJARTINAN DIXWAZIN ŞER GUR BIKIN'

Hasan Ozguneş got: "Îro AKP-MHP ji bo ku têkçûna xwe binixumînin, serî li polîtîkayên şer didin. Tevî ku aşkera ye ku dê di hilbijartinan de desthilatê ji dest bidin jî, dixwaze bi tevgerên cuda vê rewşê dereng bixe. Tirsa herî mezin a AKP-MHP'ê ew e ku piştî têkçûnê hesab bidin."  

Parlamenter Hasan Ozguneş anî ziman ku êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Rojava dê li ser polîtîkaya hundir û derve derbeke giran be û axaftina xwe wiha temam kir: "Dewleta Tirk ku ev 40 sal e li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd şer dike, dibêje zêdetirî 500 milyar dolar li şer xerc dike. Bi sed hezaran mirov mirine û nêzî 4 hezar gund hatine valakirin. Bi milyonan mirovan koçî Ewropa û metropolan kiriye. Îro li her derê dewleta Tirk asê maye. Sedema herî mezin a vê yekê ew e ku pirsgirêka Kurd hê jî çareser nebûye. Rewşa Sedam li holê ye, êrişa herî mezin li Kurdan kirin. Çaremîn artêşa herî mezin a cîhanê bû. Dîsa rewşa li Sûriyê nîşan dide ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe dê dewleta Tirk bi xetereyeke mezin re rû bi rû be. Îro heke dewleta Tirk bi zîhniyeta Osmanî dijminatiyê li gelê Kurd bike, dê tune bibe. Heke dewleta Tirk êrişî Rojava bike, dê winda bike. Dewleta Tirk ne xwedî hêza şerkirinê ye û ne jî xwedî wê îradeyê ye."

ANHA