​​​​​​​Koçberên Efrînê: Heta em neçin Efrîna rizgarkirî em ji Til Rifetê dernakevin

Koçberên Efrînê diyar kir ku ger êrişeke dagirkeriya Tirk li ser Til Rifetê çêbibe, ew ê rastî berxwedaneke xurt a şêniyên herêmê û koçberên Efrînê were.

​​​​​​​Koçberên Efrînê: Heta em neçin Efrîna rizgarkirî em ji Til Rifetê dernakevin
18 cotmeh, 2021   00:52
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li kêleka êrişên domdar ên li ser herêmê û pêkanîna komkujiyan li ber çavên cîhanê, gefan li koçberên Efrînê yên li Til Rifetê dixwin. Her wiha bi rêya şerê taybet hewl didin berxwedana gelê Efrînê bişkînin da ku Til Rifetê vala bikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên keşfê ku rojane li ser Til Rifetê digerin, belavokan belav dikin da ku koçberên Efrîna dagirkirî herêmê vala bikin. Ev ne cara yekemîn e ku vê yekê dikin.  

Koçberên li Til Rifetê destnîşan kir ku ew ê li dijî planên dagirkeriya Tirk û şerê taybet ku dimeşînin berxwedana xwe bidomînin. Her wiha piştrast kir ku ew ê heta rizgarkirina Efrînê û  vegera wê tê bikoşin.

Hevserokê Meclisa Til Rifetê Mihemed Henan da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi rêya şerê taybet hewl dide herêmê vala bike da ku bi hêsanî herêmê dagir bike.

Mihemed Henan diyar kir ku ji dema ku koçberî Şehbayê bûne ve, dagirkeriya Tirk hewl dide îradeya wan a ku wekî stiriyekê ketiye qirka wê bişkîne. Ji ber vê yekê her tim herêmê topbaran dike û li dijî sivîlan komkojiyan pêk tîne.

Her wiha Mihemed Henan bal kişand ser planên dagirkeriya Tirk û wiha domand: "Hemû plan û gefên dewleta Tirk a dagirker wê li hemberî berxwedana koçberên Efrînê bi bin bikevin, ji ber ku ew ê heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çetyên wê ve li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bilind bikin."

Mihemed Henan di dawiya axaftina xwe de got, gelê Efrînê siyaseta şerê taybet a dewleta Tirk a dagirker ji bo valakirina herêmê baş dizane.

Her wiha koçbera bi navê Xelat Ilyas jî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide berxwedana wan lewaz bike, ji ber wê yekê belavok belav kirin û şêwazên cuda yên êriş û gefan pêk tîne.

Her wiha Xelat Ilyas wiha domand: "Em gelê Efrînê baş dizanin armanca dewleta Tirk a dagirker û planên wê çi ne, ji ber yekê em baş dizanin ku çawa wê armancê vala derxin û wan planan têk bibin."

Koçber Bedirxan Kilût destnîşan kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk belavokan belav dike û wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk dixwaze em Til Rifetê vala bikin, lê em gelê Efrînê ku di malên nîvhilweşiyayî û kampan de dijîn, ji dagirkeriya Tirk re dibêjin ku em ê berxwedana xwe berdewam bikin û em jê dernakevin heta ku em Efrînê ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar dikin û vedigerin."

Li aliyekî din Yehya Hesen jî bêdengiya civatên navneteweyî û mafên mirovan derbarê gef û êrişên dewleta Tirk li ser koçberên Efrînê de şermezar kirin û wiha domand: "Rûxmî bêdengiya civatên navneteweyî û çavgirtina Rûsya ji sûcên dewleta Tirk û gefên wê re, em ê berxwedana xwe li dijî dagirkeriya Tirk û gefên dagirkirina Til Rifetê bidomînin."

ANHA