ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-10-2021
17 cotmeh, 2021   23:00

- Meclisa Sivîl a Reqayê têkildarî salvegera 4'emîn a rizgarkirina bajarê Reqayê daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî pêngava ewlehiyê ku du rojan li gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ'ê pêk anîbûn, daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê berdewam dike, şêniyên Hesekê, Yekitiya Mutehîdan û Yekitiya Karkeran diherikin bin kon. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya damezrîner a Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li hola Zana ya bajarê Qamişlo di roja duyemîn de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li dijî îxaneta PDK’ê bi sedan şêniyên herêma Cizîrê di roja 14’an de bê navber li nêzî dergehê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de tev li çalakiya konvedanê bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê diyar kir ku ger êrişeke dagirkeriya Tirk li ser Til Rifetê çêbibe, ew ê rastî berxwedaneke xurt a şêniyên herêmê û koçberên Efrînê were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker çeteyên wê şêniyên navçeya Şêrawa bi destpêkirina mewsimê çinîna zeytûnê zehmtiyan dibînin tê û deretê nadin bi hezeran malbat ku berê xwe bidin zeviyên xwe yên nêzî xetên şer. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Birayê Fatime Rêşad Seydo ya di girtîgehên faşîzma dewleta Tirk de, Ehmed Rêşad Seydo bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku komîteyeke lêpirsînê bişînin girtîgehên Tirkiyê da ku binpêkirinên li dijî girtiyan bibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hasan Ozguneş diyar kir ku dewleta Tirk di polîtîkaya hundir û derve de ditengije û êrişên dagirkeriyê wek rêya xelasiyê dibîne û got “Dewleta Tirk bêyî ku hevsengiyên herêmê hesab bike, nikare êriş bike.” (BI WÊNE).

- Nivîskar û rojnamevana ji Arjantînê Magda Tagtaşiyan got, divê Kurd û Ermen hêza xwe bikin yek û li hemberî projeya siyasî ya Osmaniya nû şer bikin. Her wiha êrişên niha yên li ser kurdan têne kirine bi qirkirina sala 1915'an a li dijî Ermenan şibihand. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Parêzerên ji herêma Cizîrê gotin kemîna li Xelîfanê û israra PDK`ê ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan neke karekî derexlaqî ye û binpêkirineke ber bi çav û eşkere ji qanûna navneteweyî û mirovî re ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar Azad Îbrahîm da zanîn ku Başûrê Kurdistanê ji têkoşerên Kurd re ne ewle ye û got, dewleta Tirk li dijî gelê Kurd komployeke mezin plan dike û PDK’ê jî pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên Minbicê da zanîn ku tevahî şêniyên herêmê berpirsê parastina xak û çanda xwe ji xeteriyên derve ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA