​​​​​​​‛Dewleta Tirk komployeke mezin li dijî kurdan plan dike û PDK’ê pêk tîne’

Nivîskar Azad Îbrahîm da zanîn ku Başûrê Kurdistanê ji têkoşerên Kurd re ne ewle ye û got, dewleta Tirk li dijî gelê Kurd komployeke mezin plan dike û PDK’ê jî pêk tîne.

​​​​​​​‛Dewleta Tirk komployeke mezin li dijî kurdan plan dike û PDK’ê pêk tîne’
18 cotmeh, 2021   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Hêzên PDK’ê di şeva 28-29’ê Tebaxa borî de li herêma Xelîfanê kemînek ji 7 gerîlayên HPG’ê ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker disekinîn danîn û di encamê 5 gerîla şehîd bûn.

Piştî keşfkirina hûrgiliyên tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê yên ji 23’yê Nîsana borî ve, gel li tevahî bajarên Kurdistan û Ewropa xwepêşandanên şermezarkirinê li dar xistin. Her wiha bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 5’ê Cotmehê de berê xwe da dergehê Sêmalka. Çalakî hîna berdewam e, tê de banga radestkirina cenazeyên şehîdan dikin, îxaneta PDK’ê û tevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar dikin

Nivîskar û rewşenbîr Azad Îbrahîm li ser vê yekê wiha got: "Em li pêşberî komployeke mezin in ku dewleta Tirk plan dike û PDK’ê pêk tîne. Divê em li hember van komployan bisekinin û bi destke bin."

Îbrahîm sersaxiya malbatên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûn kir, her wiha piştgiriya xwe ji malbatên şehîdan û çalakiya wan re nîşan da. Azad Îbrahîm: "Kemîna ku PDK’ê ji hêzên gerîla re danî komployeke ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hat plankirin û bi destê hêzên PDK’ê pêk hat. Ev bûyer jî li dijî hêzên gerîla û tevahî kurdên têkoşer ên Kurdistanê karesateke."

Îbrahîm ê xebatên xwe yên çandî li Başûrê Kurdistanê dike li ser wê ev tişt got: "Êdî Başûrê Kurdistanê ji têkoşerên Kurd re yên li dijî dewleta Tirk a dagirker tê dikoşin ne ewle ye û ji tevahî kurdên ku siyasetên dewletên mêtinger red dikirin jî ne cihekî ewle ye."

Di 17’ê Îlona borî de, MIT’a Tirk endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê têkoşer Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê qetil kir.

Îbrahîm ev tişt anî ziman: "Başûrê Kurdistanê xaka tevahî kurdan e û mafên her hêzekê kurdî heye ku têkoşîna xwe li wir pêk bîne, lê PDK’ê her têkoşerekî/e Kurd hedef digire û kemînan jê re datîne."

Îbrahîm destnîşan kir ku rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê li dijî komploya ku dewleta Tirk plan dike disekinin û wiha pê de çû: "Divê gelê me yê li tevahî parçeyên Kurdistanê, bi taybet partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê di zûtirîn dem de bibin yek û yekitiya xwe ya neteweyî ragihînin, da ku di civînên nanveteweyî nûnertiya me bikin û dengê me bigihîn tevahî cîhanê."

Nivîskar û rewşenbîr Azad Îbrahîm wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bo zarokên me bi azad û aştî bijîn û kuştin û koçberkirinê bi dawî bibin, divê hêzên Kurdan bibin yek. Divê tevahî aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li pêşiya pênûsa rewşenbîran nebin asteng, da ku bi azad nêrînên xwe derbirin. Her wiha divê tevahî rewşenbîr bibin dengê civakê û pênûsa xwe bixin xizmeta gelê xwe."

(fr)

ANHA