Cahît Merwan: Dewleta Tirk dîsa li pey provokasyonê ketiye

Rojnamevan Cahît Merwan îşaret pê kir ku dewleta Tirk li pey provokasyonan e û got "Dewleta Tirk dixwaze careke din provokasyonekê çêke, qaşo dê hêzên navneteweyî bixapîne û li herêmê tevgereke nû ya dagirkeriyê bike."

Cahît Merwan: Dewleta Tirk dîsa li pey provokasyonê ketiye
17 cotmeh, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Serokkomarê Tirk Erdogan û wezîrê karên derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu gefên êrişê yên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.

Hin şîrovekaran bal kişand ser îhtîmala ku Erdogan ku di hundir de bi jidestdana desthilatdariyê re rû bi rû ye û ji bo pêşî li hilbijartineke pêşwext bigire, dikare şerekî bi vî rengî bide destpêkirin. Rojnamevan Cahît Merwan jî daxuyaniyên AKP'ê wek hewldana vejandina 'Plana Têkbirinê' ya bi nav kir.

Me êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rojnamevan Cahît Merwan re nîqaş kirin.

'GEF Û TEVGERA NÛ GIRÊDAYÎ HEV IN'

Cahît Merwan bi bîr xist ku gef û êrişên dagirkeriyê yên Erdogan û dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne û got: "Bi Bihara Ereban û şoreşa Rojava ya piştî wê re, Erdogan got 'em ê şaşiya ku me li Kurdistana Federal kir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekin, em ê destûrê nedin tu avadaniyeke Kurdan a li wir'. Ji wê demê ve dewleta Tirk hemû derfetên xwe ji bo hilweşandina avadaniya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina herêmê bi kar anî. Gefên wan ên dawî jî girêdayî tevgera nû ya li Sûriyê û derdora wê ye. Ji ber ku nîqaş li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê tên kirin. Di navbera DYA û Rûsyayê de hin dan û standin hene. Dewleta Sûriyê ji nû ve bi cîhana Ereban ve têkiliyan çêdike. Ev yek hebûna dewleta Tirk a li Sûriyê tehdît dike."

PROVOKASYON, GEF Û TEVGEREKE NÛ YA DAGIRKERIYÊ

Cahît Merwan da xuyakirin ku dewleta Tirk careke din li pey provokasyonê ketiye û destnîşan kir ku dibe ku hedefa Til Rifet û Minbic bin.

Civînên di van demen dawîn de jî Cahît Merwan wiha şîrove kirin: "Dewleta Tirk li Idlibê  gelekî asê maye û li Soçiyê jî Erdogan hema bêje li ber Pûtîn destgirêdayî ye. Nameya Biden a ji Meclisa Nûneran re şand, tê de Tirkiye wek hedef nîşan da û wek gefeke li ser aştiya herêmî bi nav kir. Dema em li van dinêrin, Tirkiye bi pêşîgirtina li çareseriyeke gengaz a siyasî û tevlêbûna Kurdan a li vê çareseriyê, hemleyên nû dike. Ev hemleyên naskirî ne. Ji ber ku hevdîtinek sala 2014'an li Odeya Kozmîk pêk hat û tê de Hakan Fîdan (musteşarê MÎT’a Tirk) got 'Ez 4 kesan dişînim, 8 fuzeyan diidm avêtin û hinceta şer çêdikim. Dewleta Tirk dixwaze careke din provokasyonekê çêke û qaşo hêzên navneteweyî dixapîne û dixwaze dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê bike. Bi ya min hedef Minbic û Til Rifet in."

'DEWLETA TIRK JI ZÛ DE DI VÎ ŞERÎ DE TÊK ÇÛYE'

Merwan diyar kir ku êrişên heyî dê fatoreyeke mezin ji bo Tirkiyê çekin û diyar kir ku “Dewlata Tirk ji zû ve di vî şerî de bi bin ketiye.” û sedema vê yekê wiha rave kir: "Heke bê bîra we, di sala 2019'an de Erdogan di axaftina xwe ya ji bo hilbijartinên herêmî yên Kayseriyê de pirsa 'hûn dizanin guleyek bi çi qasî ye?' kir. Lewma dibêje 'Em beşeke mezin a çavkaniyên xwe ji bo dagirkirina Sûriyê û şerê em li dijî tevgera Kurd dimeşînin, vediqetînin.' Dagirkirina Başûrê Kurdistanê, şewitandin û bombebarankirina bajarên Bakur, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dagirkerî û xwedîkirina bi hezaran çeteyan. Dema em li vê yekê dinêrin, mirov dikare bêje bi qismî gihaştiye hedefên xwe. Lê rastiyek heye ku heke êrişên dagirkeriyê yên bi vî rengî cîhana Ereban a li Rojhilata Navîn an jî Kurdistanê eleqedar dike, hûn dikarin serkeftineke taktîk a parçeyî bi dest bixin. Lê belê, serkeftinên taktîk ên parçeyî nikarin pêşî li têkçûna we ya stratejîk bigirin, ji ber ku hûn hêzeke nerewa ne û gelek hêz li dijî we li ber xwe didin. Dawiya dawîn Tirkiye dê neçar bimîne ku ji hemû herêmên ku dagir kirine, derkeve û dê berdêlên giran ji ber siyasetên xwe yên dagirkeriyê bide. Îro Erdogan hemû aliyan tehdît dike, lê dawiya wê tune ye. Çavkaniyên wan li Tirkiyê kêm in, li qada navneteweyî tecrîdeke mezin li ser wan heye, dixwazin bi rêya hatin û çûna di navbera Rûsya û Amerîkayê de tawîzên mezin bidin û destketiyên Kurdan ji holê rakin. Lê belê di vî warî de serkeftî nîn in. Jixwe Tirkiye ji zû ve di vî şerî têk çûye.”

ÇIMA NIHA?

Cahît Merwan got: "Xuya dike ku qonaxên nû yên Plana Têkbirinê çêbûne û Erdogan dixwaze vê plana hilweşandî ji nû ve zindî bike. Bi vê yekê re dibe ku dixwaze di siyaseta navxweyî de destkeftiyan bi dest bixe, dibe ku bixwaze pêşî li hilbijartina pêşwext bigire. Lê belê êrişa leşkerî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di hilbijartinên pêşwext de tiştên dixwaze, nede Erdogan. Ji ber ku me ev yek di hilbijartinên Stenbolê de dît. Dibe ku li şerekî mezintir bifikire. Mesela dibe ku bixwaze Kerkûk û Mûsilê, yan jî ji Eyn Îsa heta Reqa yan jî Til Rifetê heta Helebê dagir bike. Helbet niha pir zehmet e ku mirov bibêje bê ka ev dê çendî pêkan be, ku konjonktura herêmê nîşan dide ku ev ne pêkan e. Lê dînîtiya dewleta Tirk ne bê dawî ye. Mijara sereke ew e ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan de xweparastina xwe xurt bikin."

'XETERE MEZIN E Û BI DAWÎ NEBÛYE'

Rojnamevan Cahît Merwan got dewleta Tirk ji DYA’yê destûr hilnedaye, lê Rûsya di pozîsyoneke girîng de ye û di dawiyê de wiha lê zêde kir: "Daxuyaniya Koşka Spî jî bi awayekî qismî li dijî dewleta Tirk e. Erdogan di daxuyaniya xwe de xwest hêzên YPG/YPJ'ê bike tawanbarên kuştina leşkerên li Ezazê, QSD'ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya Koşka Spî de êriş hat şermezarkirin, lê nehat gotin bê ka kê ev kiriye. Tê fêmkirin ku propagandaya qirêjî ya dewleta Tirk ji aliyê DYA'yê ve nayê qebûlkirin. Di nameya Biden de hate ragihandin ku kiryarên dewleta Tirk têkoşîna li dijî DAIŞ'ê asteng dikin, aştî û aramiyê dixin nava xetereyê, zirarê didin sivîlan û zerarê didin DYA û polîtîkaya wê ya derve. Êrişeke nû ya dagirkeriyê ji aliyê DYA'yê ve nehate qebûlkirin, lê li vir Rûsya di pozîsyoneke girîng de ye. Em nizanin li Soçiyê çi hate nîqaşkirin. Minbic û Til Rifetên hedef in û li van deran Rûs hene. Lê ez ne bawer im Rûsya Minbic û Til Rifetê li ber êrişeke nû veke. Ji ber ku ev her du cih paşxaneya Helebê ne. Ji ber vê yekê dema vî deran bidin, her wiha Helebê radestî Tirkan dikin. Tirkiye hewl dide erêkirinê bistîne, lê ne bawer im ku çêbe. Divê di her kêliyekê de tedbîr werin girtin, ji ber ku dewleta Tirk dibe ku êriş bike. Xetere mezin e û neqediyaye."

ANHA