Silêman Ereb: Hilbijartnên parlamantoyê hêviyên iraqiyan pêk neanîn

Silêman Ereb diyar kir ku hilbijartinên parlamentoya Iraqê û encamên wê hêviyên iraqiyan pêk neanîn û diyar kir ku lîstina bi dengan bandoreke neyinî li gel kir.

Silêman Ereb: Hilbijartnên parlamantoyê hêviyên iraqiyan pêk neanîn
17 cotmeh, 2021   03:10
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎPAN SILO

Ajansa me êvara Înê bernameyeke taybet li ser hilbijartinên parlamentoya Iraqê weşand. Mêvanê bernameyê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerê berê yê PYD'ê li Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb bû.

Ereb diyar kir ku rêjeya dengdanê gelek kêm bû û got: "Ev hilbijartin ji bo Iraqê li derveyî welêt meşrûiyeta siyasî nake, ji ber ku rêjeya dengdanê ji sedî 50 derbas kir. Ev rêje li gorî hejmara niştecihên Iraqê kêm e û nikare nûnertiya gelê Iraqê li derve bike."

Her wiha destnîşan kir ku ev rêje helwesta gelê Iraqê ji van hilbijartinan diyar kir û dide xuyakirin ku nûnertiya hêviyên iraqiyan di guhertina rewşa li welat de nake, her wiha nûnertiya vîna siyasî ya iraqiyan nake.

Silêman Ereb diyar kir ku gelek hêzên iraqî ku berê serdest bûn di van hilbijartinan de bi bin ketin û hejmareke baş a dengan bi dest nexistin û got, ev hêz gelek paş vegeriyan û ev  yek helwesta gelê Iraqê diyar dike.

Ereb îşaret bi rewşa Iraqê ya piştî hilweşandina rejîma Baas'ê re kir û wiha pê de çû: "Rewşa siyasî ya Iraqê piştî hilweşandina rejîma Baas di gelek pêvajoyan re derbas bû. Di hin pêvajoyan de hêvî hebûn û heta astekê karibû gelê Iraqê bi pêkanîna guhertinên baş ve bide îqnakirin. Tişka ku di qonaxên li pey hev li welat derketin de, her projeyeke siyasî ku guhertinê pêk bîne, hate redkirin. Gelê Iraqê gihişt wê astê ku êdî girîngiyê nede hilbijartinan an avakirina hikumetê û wan qebûl jî nake. Ji ber ku welat bi komên leşkerî tijî ye ku rewşa siyasî kontrol dikin, ev kom saziyên fermî yên hikumetê di ber çavan re derbas nakin. Rastiya li welat ev e."

'LI BAŞÛR TEVLÊBÛN KÊM BÛ, BAWERIYA GEL BI ÎHTÎMALÊN GUHERTINÊ TUNEYE'

Silêman Ereb da zanîn ku PDK'ê serkeftina xwe di hilbijartinan de ragihand û got, rêjeya beşdarbûna hilbijartinan gelekî kêm bû û ev dide diyarkirin ku baweriya gel pê nemaye û PDK'ê nûnertiya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê nake. Ereb wiha domand: "Ma PDK'ê dikare nûnertiya gelê Kurd li Bexdayê bike? Bi teqez ev zehmet e, ji ber ku stratejiya ku ev partî li ser dimeşe xwe dispêre siyaseteke neteweyî bi navê Kurdistanê û hildana silogavên neteweyî ku dûrî siyasta Bexdayê ye. PDK'ê wê di nûnertiya gelê Kurd li Bexdayê de zehmetiyan bikişîne. Ev partî demên berê, an ku beriya hilbijartinan hewl da ku bi Sedir, El-Helbûsî û hêzên Sunî re lihevkirinan pêk bîne, lê li gorî dihat xwestin lihevkirin çênebûn. Diyar e ku nêzîkbûneke di navbera Sedir a Şîaa ya di hilbijartinan de bi ser ket û bevbendiya Suna ya bi serokatiya El-Helbûsî de hebû."

'PDK'Ê NÊZÎ SIYASETA DEWLETA TIRK E '

Ereb da zanîn ku PDK'ê aliyeke ku nêzî siyaseta dewleta Tirk e û wiha dom da axaftina xwe: "Heger ev hevbendî pêk were wê li ser Iraqê xeter be, divê hemû aliyên iraqî ji destwerdana Tirkiyê ya li Iraqê hişyar bin, bi taybet piştî lihevkirinên dawî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de ya bi koordîneya Tirkiyê, li ser herêmê bi nakok, nemaze li ser Şengalê."

'LÎSTINA BI DENGDAN, BI TAYBET LI ŞENGALÊ, TIRSA WAN JI RÊVEBERIYA GEL NÎŞAN DIDE'

Cara yekemîn e ku Partiya Azadî û Demokasiya Êzidiyan (PADÊ) wekî nûnerê civaka êzidî beşdarî hilbijartinên parlamentoya Iraqê dibe, lê encam bi dest nexist. Li ser vê mijarê Silêman Ereb ev tişt diyar kir: "Dixwazin gel bê îrade û bê rêxistin be, armanca wan a siyasî ya heyî anku armanca PDK û dewleta Tirk ev e. Ez piştrast im ku her aliyek nêzî fikirê Rêveberiya Xweser û bi neteweya demokratîk bawer be û xwedî projeyeke demokratîk be ku rêveberiyeke rasteqîn ji civaka êzidî re pêk bîne û dîroka êzidiyan biparêze wê ji aliyê wan ve neyê qebûlkirin. Gelek deng hatin dûrxistin ji ber ku nêrîna wan li dijî ya desthilata li Başûrê Kurdistanê bûn."

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerê berê yê PYD'ê li Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb beşdarbûna PADÊ hilbijartinan de bi tecrubeyeke girîng bi nav kir û got: "Di pêvajoyên bê de PADÊ wê wekî partiyeke siyasî ku nûnertiya civaka êzidî li Iraqê bike bandoreke erênî bike."

ANHA