​​​​​​​Dr. Nûredîn Mûsa bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin

Ji pêşengên Şoreşa Rojava şehîd Dr. Nûredîn Mûsa bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hate veşartin.

​​​​​​​Dr. Nûredîn Mûsa bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
16 cotmeh, 2021   15:19
QAMIŞLO

Dr. Nûredîn bi navê (Ebû Hozan) tê naskirin, ji destpêka sala 1985`an de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike û bi awayeke veşartî ji hikumeta Şamê şervanên Rojava derman dikir.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re D.Nûredîn Mûsa xizmeta şervanên YPG, YPJ û QSD`ê dike û bi şervanan re li eniyên pêş cih digire û wan li nexweşxaneyan derman dike. Her wiha di nexweşxaneya Şehîd Xebat de karê benckirinê dike û pê re kadroyê tenduristiyê perwerde dike.

Dr.Nûredîn Mûsa di 13`ê Cotmehê de di encamê nexweşiya gurçikan li Şamê şehîd dibe.

Merasîmê oxirkirinê bi amadebûna bi sedan şêniyên herêmê, heval û dostên şehîd Nûredîn Mûsa, nûnerên Rêveberiya Xweser hêzên leşkerî û endamên saziyên civaka sivîl hat li darxistin.

/kr/uploads/files/2021/10/16/152126_kfo-osman.webp

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman axivî, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku hemû şehîd ji bo jiyaneke azad û bi rûmeta ji gelê xwe biafirîne canê xwe feda kir û wiha dom kir: “Divê em ji bo vê yekê li ser xeta şehîdan bimeşin, ji ber ku rûmeta me bidestxistiye bi saya şehîdan e.”

`ŞEHÎDÊ MIROVAHIYÊ`

/kr/uploads/files/2021/10/16/152111_ehmed-emo.webp

Piştre hevalê Şehîd Dr. Nûredîn Mûsa û endamê Nexweşxaneya Şehîd Xebat Ehmed Emo jî axivî û da xuyakirin ku di dema ku dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê kiriye ve Dr. Nûredîn Mûsa wekî şervan û bijîşk tevlî şer dibû.

Ehmed Emo da zanîn ku Şehîd Dr. Nûredîn Mûsa yekem karmendê Nexweşxaneya Şehîd Xebat bû û bi moraleke bilind kar û xebat dikir û wiha dewam kir: “Şehîd Nûredîn şehîdê mirovahiyê ye ji ber tevî nexweşiyên xwe jî bê navbera kar dikir û me navê `Şêrê Zozanan` lê kiribû, di heman demê de alîkariya xizanan dikir ji ber vê yekê ez dibêjim şehîdê mirovahiyê ye.”

/kr/uploads/files/2021/10/16/152049_ebd-el-baq-msa.webp

Paşê birayê Şehîd Dr.Nûredîn Mûsa Ebdulbaqî Mûsa axivî û got: “Naskirina birayê min ji Tevgera Azadiyê re bi rêya hezkirina wî ji fikir û felsefeya Rêber Apo bû, li ser vî esasî tekoşîn kir, ji Til Elo hetanî bi Efrînê tevlî eniyê şer bûye.”

Bi tilîlî û slogana `Şehîd Namirin` cenazeyê şehîd hate veşartin.

(sb)

ANHA