Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan hat kirin

Ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê serlêdan hate kirin.

Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan hat kirin
15 cotmeh, 2021   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê ya ji bo roja Duşemê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbû muwekîlê xwe bibînin.

Rêber Abdullah Ocalan herî dawî bi rêya telefonê karîbû di 27'ê Nîsana 2020'ê de bi biryarê xwe re biaxive, lê belê axaftina bi telefonê nîvco hatibû hiştin.