Mustafa Karasu: Divê PDK hesabê êrişa li Xelîfanê bide

Mustafa Karasu diyar kir der barê berpirsên êrişa li Xelîfanê ya li dijî gerîlayan de agahiyên zelal li ber destê wan hene û got “Hêzên ku êrişî gerîlayên me kirin, ne hêzên hikumeta herêmê ne, rasterast girêdayî PDK’ê ne. Van hêzên taybet ên PDK’ê bi çeteyên ‘Pêşmergeyên Roj’ re êriş pêk anîne.”

Mustafa Karasu: Divê PDK hesabê êrişa li Xelîfanê bide
15 cotmeh, 2021   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu têkildarî êrişa çekdarên PDK’ê ya 29’ê Tebaxê ya li dijî gerîlayên HPG-YJA Starê agahiyên nû dan.

Mustafa Karasu got: “Beriya 3 hefteyan bêyî ku nav bidim, min behsê kiribû ku Şoreş Mardîn şoreşgerekî çawa ye. Dema ku diçe bi dewleta Tirk re şer bike, di kemîna PDK’ê de şehîd dibe. Sala 1996’an tev li têkoşînê bûye, li Dêrsim, Botan, Zagrosê şer kiriye, li Rojava şer kiriye. Dirîndar dibe, diçe welatekî dûr tedawî dibe, hê tam baş nebûyî, êrişên dewleta Tirk dibîne û bi bezê tê, bi gazîtî tev li şer dibe û dixwaze Kurdistanê ji dagirkeriyê xilas bike. Yekî wiha şehîd bûye. Hevalên din hemû jî şervan in. PDK ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, ji bo ku zor li dewleta Tirk nebe hevalên din şehîd kirine. Ka mirov vê çawa vebêje? Dibêjin “naxwe çi karê PKK’yiyan li vir heye?” Çi karê dewleta Tirk heye, çi karê MÎT’ê ku dijminê Kurdan e li xaka Kurdistanê heye? Dewleta Tirk siberoj dê Tirkmenan bike hincet û Başûr dagir bike. Helwesta wan a dema referandumê, helwesta wan a li Kerkûkê li holê ye.”

Karasu diyar kir gerîlayê ji destê çekdarên PDK’ê rizgar bûye, îradeyeke mezin nişan daye û got: “Ê ku xelas bûyî jî hevalekî ciwan e. Hemû hevalên ciwan divê mînak bigirin. 16 rojan tî û birçî dimeşe û digihêje hevalan. Û şahid e. Dibêjê bêyî ku hişyariyekê bikin, kemîn tê danîn û şehîd dikin. Encax dijmin vê bike, dewleta Tirk vê dike.”

‘ÇETEYÊN BI NAVÊ PÊŞMERGEYÊN ROJ MALBATÊN XWE AGAHDAR KIRINE’

Karasu da zanîn ku têkildarî êrişa Xelîfanê agahiyên zelal li ber destê wan hene û got: “Niha agahiyeke rast di dest me de heye. Ev çeteyên ku ji wan re Pêşmergeyên Roj tê gotin, beriya rûdana Xelîfanê li malbatên xwe yên li Rojava diğerin û dibêjin, ‘PKK’yî hatine Xelîfanê, niha em bi ser wan de diçin’.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’e diyar kir ku hêzên ku li Xelîfanê gerîla şehîd xistine, ne girêdayî hikumeta Başûr in, rasterast girêdayî PDK’ê ne û ev agahî dan: “Tê fêhmkirin, kesên li Xelîfanê van hevalan şehîd dikin rasterast girêdayî PDK’ê ne, ne bi ser hikumetê ve ne. Hêzên taybet ên bi ser PDK’ê ve û ev çeteyên ku ji wan re Pêşmergeyên Roj tê gotin. Ev çete ne. Dema ku mirov ji van re pêşmerge bibêje, ev dibe heqaret li pêşmergeyên ku berê tê dikoşiyan. Çawa ku Tirkiyê li Sûriyê ciwanên Iraqê kiribin çete, niha PDK jî ev kirine çete. Ev hêza çi ne? Ne hêzeke fermî ne, kî pere dide wan? Hikumet nade, biryareke wiha ya hikumetê nîn e. Pereyên gel didin van çeteyan ku ji wan re Pêşmergeyên Roj tê gotin. Piştre diçine Şengalê, ji zarên gelê êzidî re, ‘ev hêzeke biyanî ne” dibêjin.”

‘PDK XWE JÎ DIQEDÎNE’

Karasu wiha dewam kir: “Eşkere ye ku ev kirinên PDK’ê bi çi rengî dê bikevin dîrokê lê dê xwe jî biqedînin. Bi gelê Kurd re dê xwe jî biqedînin. Mirov ev qas famkor nabe, hêzeke siyasî ya ev qas famkor ku fêm nake dewleta Tirk çi ye, propagandaya dewleteke ku dijminê Kurdan dike. Ji ber Helepçeyê li Başûr yek ji mijara herî hesas çekên kimyewî ye. Bi sedema çekên kimyewî DYA bi ser Sedam de çû. Li dijî ciwanên Kurd, gerîla çekên kimyewî tên bikaranîn lê PDK bê deng dimîne, ev jî rastiya PDK’ê nîşan dide. Li dijî vê divê demokratên Kurd, hunermend, rewşenbir xwedî helwest bin. Bi bêdengiyê, lênêrînê nabe. Heke îro demokrat, hunermend, rewşenbîrên Kurd li tiştên ku PDK li PKK’ê dike temaşevan bin, siberojê PDK dê eynî tiştan li hêzeke din bike. Ji vî alî ve em bang dikin ku her kes bi berpirsyariya xwe rabe. PDK divê hesabê şehîdên Xelîfanê bide.”