​​​​​​​Balafirên Tirkiyê gelek gundên Qendîl, Pişder û Asosê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirk bi awayekî hemwext gelek gund û herêmên dikevin ser Binarê Qendîlê, Pişder û Asosê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

​​​​​​​Balafirên Tirkiyê gelek gundên Qendîl, Pişder û Asosê bombebaran kirin
15 cotmeh, 2021   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek balafirên şer ên dewleta Tirk a dagikrer îro bi awayekî hemwext di derdora saet 10.30’an de êrîşê gundên Binarê Qendîlê, Pişder û Asosê yên Başûr kirin.

Li gorî agahiyan, cihên ku hatine bombebaran kirin wiha ne; “Dola Balayan, gundê Xezne, gundê Koylê ku dikeve ser bi Qesrê, çiyayê Bêrimke, çiyayê Ehmede li beramber Zînî Wertê û Serkepkan, gundê Sêweysê  girêdayî bajaroka Sengeserê ku dikeve Pişderê.”

Tê gotin ku gundên Asosê jî hatine bomberankirin ancax têkildarî wê herêmê hîn agahiyên zelal bidest neketine.

Ji ber rewşa ne asayî û ne ewle ya herêmê agahî derbarê zirer û ziyanan de heya niha bidest neketine.