Çavkaniyên amerîkî: Dan û standinên Viyanayê di demeke nêz de dewam nakin

Çavkaniyên ji Amerîkayê diyar kir ku ew pêşbîn nakin ku dan û standinên nukleerî yên li Viyanayê dewam bikin. Wezareta Karên Derve ya Îranê jî ragihand ku dê nîqaşên di navbera wan û aliyê Ewropayê de dewam bike û her du alî dixwazin bigihêjin çareseriyên sûdewarf.

Çavkaniyên amerîkî: Dan û standinên Viyanayê di demeke nêz de dewam nakin
15 cotmeh, 2021   08:38
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya The Wall Street Journal, çavkaniyên amerîkî ragihand ku ew pêşbîn nakin ku serdana koordînatorê ewropî Enrique Mora ya duh bo Tehranê û hevdîtina wî bi cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Elî Baqirî re, encamên baş têkildarî dewamkirina dan û standinên nukleerî bi xwe re bîne. Ruxmî ku Mora teqezî bi girîngiya serdana xwe kiribû, nexasim ku di demeke hesas de pêk tê.

Wezareta Karên Derve ya Îranê jî ragihand ku nîqaşên bi Mora re erênî bûn, wezaretê di heman demê de diyar kir ku ev nîqaş dê di du hefteyên bê de li Brukselê dewam bikin. Ev yek tê wateya ku dan û standinên Viyanayê di demeke nêz de pêk nayên.

Li aliyekî din, Rûsya banga dewamkirina dan û standinan dike.

Bi vê serdana koordînatorê ewropî re û li gorî Wezareta Karên Derve ya Îranê, duh di navbera wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebid El-Lehyan û hempîşeyê wî yê Rûs Sergey Lavrov de peywendiya telefonê pêk hatiye.

Wezaretê li gorî Emîr Ebid El-Lehyan got: “Dan û standinên bi Mora re erênî bûn. Her du alî dixwazin van dan û standinan dewam bikin da ku bigihêjin çareseriyên pragmatîst ji bo pirsgirêkên heyî yên têkildarî dan û standinên Viyanayê. Civîna Brukselê dê di du hefteyên pêş de were lidarxistin.”

(cx)