Rojnameyên erebî: Amerîka têkiliyên welatên Ereban bi hikumeta Şamê re red dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, têkildarî helwesta Amerîkayê ya li hemberî normalîzekirina têkiliyên welatên Ereban bi Sûriyê re, rewşa Lubnanê û Lîbyayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Amerîka têkiliyên welatên Ereban bi hikumeta Şamê re red dike
15 cotmeh, 2021   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

‘WASHINGTON: EM PIŞTGIRIYÊ NADIN NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN WELATÊN EREBAN BI ESED RE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat vê sibehê têkildarî normalîzekirina têkiliyên welatên Ereban bi hikumeta Şamê re, wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku welatê wî dê piştgiriyê nede hewldanên normalîzekirina têkiliyan bi serokê Sûriyê Beşar Esed re. Her wiha destnîşan kir ku Washington cezayên li ser rejîmê ranake.

Blinken wiha got: “Em piştgiriyê nadin tu hewldanên normalîzekirina têkiliyan anku ji nû ve rewakirina Esed, em cezayekî tenê jî ji ser Sûriyê ranakin, her wiha helwesta me ya dijberî jinûve amadekirina Sûriyê heta ku çareseriya siyasî neyê peydakirin, nayê guhertin.”

Çavdêr dibînin ku ev daxuyanî nîşan didin ku dosyayên “alîkariyên mirovî, rêgirtina li tundiyê, têkoşîna li dijî terorê, pêşxistina xebatên çareseriya siyasî beriya ji nû ve avakirinê yan normalîzekirinê” dosyayên herî girîng in ji bo Amerîkayê ne.

Ev yek piştî ku gelek welatên Ereban û di nav de Urdin ber bi normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re gav avêtin, pêk tê. Balkêş bû ku kovara ‘New York’ a amerîkî di hejmara xwe ya dawîn de manşêtek wiha avêtibû; “Esed ji nû ve vedigere cîhanê.”

‘HIZBULLAH LI ŞÛNA LÊPIRSÎNÊN TEQÎNA BENDERA BEYRÛTÊ, BALÊ DIKIŞÎNE SER HÊZÊN LUBNANÊ’

Têkildarî rageşiya li Lubnanê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Rageşiya roja pêncşemê Hizbullahê li Lubnanê derxistiye, hişt ku rewşa siyasî û leşkerî li welêt xirabtir bibe. Bûyerên duh ku tê de 7 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, gef li aştiya navxweyî xwar. Çavkaniyên siyasî yên Lubnanê li ser gurbûna rageşiyê eger çareseriyeke lez jê re neyê peydakirin, fikarên xwe anîn ziman.

Çavkaniyên siyasî yên Lubnanê got Hizbullah dê hewl bide kuştiyan bike bihane da ku bale bikişîne ser hêzên Lubnanê yên bi serokatiya Semîr Cece û çavan li lêpirsîna teqîna bendera Beyrûtê û çarenûsa El-Bêtar bigire.

Siyasetmedarên Lubnanê diyar kir ku rewşa li Lubnanê pir xeternak e û çarenûsa hikumeta Necîb Mîqatî jî baş xuya nake. Nexasim ku Hizbullah dê ji aliyekî ve ji bo xistina dadmend Bêtar ji peywirê zextê bike, ji aliyekî din ve jî ji bo kuştina xwepêşandêrên şîe lêpirsînê veke.”

‘ÎXWANÊN LÎBYAYÊ DIXWAZIN HILBIJARTINAN TÊK BIBIN’

Rojnameya El-Beyan jî li ser kar û barên Lîbyayê wiha nivîsî: “Beriya hefteyekê ji kongreya îstiqrarê ya Lîbyayê ku tê payîn pêncşema bê were lidarxistin û gelek welatên Ereban û navneteweyî beşdar bibin, Îxwanên Lîbyayê ji bo astengkirina hilbijartinên serokatiyê û parlamantoyê yên dawiya Kanûnê werin lidarxistin, bi demê re di pêşbirkê de ye. Serokê Meclisa Şêwirmendiyê ya Dewletê Xalid El-Meşrî yê di bin serweriya Îxwanan de, ji meclisa rêveber a Komîseriya Hilbijartinan xwest pêkanîna qanûnên hilbijartinan ên ku meclisa parlamenteran vê dawiyê erê kiriye, bide rawestandin.

Çavdêr dibînin ku xîtaba El-Meşrî wek gefeke veşartî ya Îxwanan li ser aramiya Lîbyayê bû, her wiha wek astengiyek li pêşiya îradeya gelê Lîbya û hewldanên navneteweyî hesibandin. Çavdêran her wiha destnîşan kir ku koma Îxwanan ên hevalbendên mîrên şer û fermandariyên mîlîsan, hîna jî pêkanîna hilbijartinan red dikin, ji ber ku dizanin wê hilbijartin di qada siyasî de dawiya wan bîne. Ji ber wê yekê, ew kom û hevalbendên wê bi îsrar in ku rê li tedbîrên parlamantoyê danîne wekî peydakirina qanûnî û destûrê, bigirin.”

(cx)