Bi wêne û dîmen..roja 11`an a xwepêşandana li Sêmalka

Xwepêşandana ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li dergehê Sêmalka organize dike, dewam dike. Xwepêşandan ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK`ê de li Xelîfanê şehîd bûne û ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK`ê tê lidarxistin.

15 cotmeh, 2021   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya konê xwepêşandanê di 5`ê Cotmehê de destpê kiribû, rojane bi sedan şênî û malbatên şehîdan ên ji dever û bajarên herêma Cizîrê beşdarê dibin.

Îro jî bi hezaran şênî tev li çalakiya li Sêmalka bûn. Şêniyan îxaneta PDK`ê û hevkariya wê bi dagirkeriya Tirk re şermezar kir û banga radestkirina cenazeyên gerîlayan kir.

Di çalakiya 11`ê Cotmehê de, 26 dayikên aştiyê di pireya Sêmalka re berê xwe dabûn dergehê Fîş Xabûr da ku daxwaza cenazeyên şehîdan bikin, lê belê hêzên PDK`ê nehişt ew derbas bibin.

Li gorî daxuyaniya HPG`ê, hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 28-29`ê Tebaxa borî de ji komeke gerîla ya ji 7 kesan re li herêma Xelîfan kemîn danî. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, tê texmînkirin ku gerîlayek bi birîndarî dîl ketiye destê PDK`ê, gerîlayek jî sax vegeriya.

(cx)

ANHA