Gêlo Îsa: Erdogan Armanc dike di hilbijartinên bê de bi serkeve

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS`ê Gêlo Îsa têkildarî gefên dawîn yên Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Dewleta Tirik aramnc dike aloziya Sûriyê kûrtir bike, çavan li ser pirsgirêkên xwe yên hundirîn bigire, rejîma serokatiyê ya Erdogan berdewam bike û di hilbijartinên bê de bi ser bikeve.”

Gêlo Îsa: Erdogan Armanc dike di hilbijartinên bê de bi serkeve
15 cotmeh, 2021   01:55
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk gef û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û armanca wê ew e ku berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bîne. Di civîneke çapemeniyê de ku 11`ê Cotmehê li Enqereyê hate lidarxistin Erdogan careke din li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef xwar.

Têkildarî mijarê, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDKS) Gêlo Îsa got, dewleta Tirk bi hincetên bêbingeh dixwaze êrişî herêmê bike û armaca wê ji vê yekê ew e ku Kurd di pêşerojê de mafên xwe ku ji bo wê tê dikoşin bidest nexin.

Gêlo Îsa diyar kir ku dewleta Tirk bi van gefan dixwaze çavan li ser pirsgirêkên xwe yên navxweyî bigire û wiha domand: "Dewleta Tirk ber bi hilbijartinan ve diçe. Gelek pirsgirêk û aloziyên wê yên hundirîn hene. Bi gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê texmîn dike ku ew ê çavan li ser pirsgirên xwe yên hundirîn bigire, sîstema serokatiyê ku Erdogan daniye bidomîne, di hilbijartinan de bi ser bikeve û civaka Tirkiyê razî bike."

Gêlo Îsa da zanîn siyasetên şofînîst ên Erdogan ji civaka Tirkiyê re eşkere bûye û wiha pê de çû: "Civak ji bûyerên ku li derdora wê rû didin têgihiştiye û tişta ku rejîma Erdogan wan ber wê ve dibe ji bo mayîna li ser desthilatê ye."

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Gêlo Îsa di dawiya axaftina xwe de got: "Rêvebriya Xweser tu carî li ser ewlehiya Tirkiye nebûye gef, lê Tirkiyê gefê li ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û sûcên Tirkiyê yên li dijî gelên herêmê bi dawî bike."

(bx)

ANHA