Artêşa Lubnanê 9 kes bin çav kirin, şîn hate ragihandin

Artêşa Lubnanê ragihand ku têkildarî  şerê  li Beyrûtê ku di encamê de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest da û bi dehan birîndar bûn de, 9 kes bin çav kir. Serokwezîrê Lubnanê jî şîn ragihand.

Artêşa Lubnanê 9 kes bin çav kirin, şîn hate ragihandin
14 cotmeh, 2021   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya artêşa Lubnanê diyar kir ku îro (14`ê Cotmeha 2021`ê) dema gelek xwepêşandêran berê xwe didan herêma El-Edliye, şer derket û li herêma El-Teyûna – Bedaro gule hatin berdan. Artêşê diyar kir ku di encama şer de hin welatî hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got, artêşa Lubnanê li herêmê belav bû, dewriye derket û girtin ser gelek cihan da ku kesên gule reşandin, bigirin û ji her du aliyan 9 kes ku di nav de kesekî sûrî hebû bin çav kirine û lêpirsîn dan destpêkirin.

Her wiha fermandariyê destnîşan kir ku rêveberiya artêşê pêwendî bi kesên têkiliya xwe bi her du aliyan re heye, danî  ku rewş ber bi fîtneyê ve neçe. Fermandariyê daxuyand ku ew ê hesab ji çekdaran bixwazin û yekîneyên artêşê li herêmê belav dibin da ku careke din şer dest pê neke.

Têkildarî mijarê serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn got, bûyerên li herêma El-Teyûna rû dane bi êş bûn û nayê qebûlkirin. Her wiha sersaxî da malbatên kesên ku di bûyerê de hatin kuştin.

Serokwezîr Necîb Mîqatî peyamek da û ji b kesên ku di buyera îro de jiyana xwe ji dest da sibe şîn ragihand û dê tevahî saziyên giştî şaredestî  û dibistan werin girtin.

 (bx)