Îbrahîm Şêxo bîlançoya du mehan a sûcên dagirkeran li Efrînê eşkere kirin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo sûcên nû yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî yên di du mehên dawî de pêk hatine, eşkere kirin.

Îbrahîm Şêxo bîlançoya du mehan a sûcên dagirkeran li Efrînê eşkere kirin
15 cotmeh, 2021   05:57
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Îbrahîm Şêxo ji ANHA`yê re diyar kir ku ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê di Adara 2018`an de ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve û heta roja îro, sûcên li dijî niştecihên resen didomin û roj bi roj zêdetir dibin. Li hember vê yekê jî rêxistinên hiqûqî û navneteweyî bêdeng in.

301 WELATÎ JI WAN 25 JIN HATIN REVANDIN Û 5 WELATÎ HATIN QETILKIRIN

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku di mehên Tebax û Îlonê de wan revandina 291 welatiyan û di nav 25 jin û qetilkirina 5 welatiyan belge kiriye.

Komên çete ji 13`ê Cotmehê ve 10 sivîl ji gundê Memelo yê navçeya Raco revandin. Bi vê yekê û heta vê dîrokê hejmara kesên hatine revandin dibe 301 welatî.

Îbrahîm Şêxo di axaftina xwe de behsa sûcên ku Duşema borî hatine kirin kir, ku serçeteyê koma “Cebha Şamiyê” gule li welatiya bi navê Leyla Ehmed Omer reşandin û ew birîndar kir. Leyla Omer ji şêniyên gundê Kefer Şîlê yê girêdayî navenda Efrînê ye her wiha hevjînê wê jî birîndar kir.

Şêxo got, ji ber ku Leyla û hevjînê xwe mala xwe ya li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ku wî serçeteyî desteser kiribû xwestine, çeteyan gule li wan reşandin. Serçeteyê koma navborî Leyla bi xebata bi saziyên Rêveberiya Xwser re tawanbar kir da ku mala wê radestî wê nekin.

DI ÇEND ROJAN DE 50 HEZAR DARÊN ZEYTÛNAN HATIN DESTESERKIRIN

Îbrahîm Şêxo got dewleta Tirk û çeteyên wê di çend rojên dawîn de 50 hezar darên zeytûnan ên niştecihên resen ên Efrînê, desteser kirin.

Şêxo her wiha teqez kir ku beriya dagirkerinê li Efrînê 18 milyon darên zeytûnan hebûn, lê ji destpêkirina dagirkirina bajêr ve artêşa Tirk û çeteyên wê nêzî 400 hezar dar qut kirine, zêdetirî 17 hezar darên temenê wan bi salan hatin şewitandin û zêdetir 20 hezar dar ji kokê ve hatin rakirin.

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku dar bi hinceta vekirina rêyên sereke têne qutkirin û piştrast kir ku armanca wan a sereke ew e ku xwezaya Efrînê tune bikin û êzingên daran bifroşin.

220 HEZAR TON ZEYTA ZEYTÛNAN A EFRÎNÊ HATE DIZÎN

Îbrahîm Şêxo teqez kir ku piştî bajarê Efrînê di 2018`an de hate dagirkirin, dewleta Tirk û çeteyên wê 70 hezar ton zeyta zeytûnan dizîn û weke berhemeke Tirkiyê firot Spanyayê.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di sala 2019`an de dewleta Tirk nêzî 50 hezar ton zeyta zeytûnan dizî, di sala 2020`an de nêzî 100 hezar ton zeyt dizî û weke berhemeke Tirkiyê firot Amerîka. Têkildarî mijarê nîqaş di odeya çandiniyê ya wîlayeta Hatayê ya Tirkiyê hate kirin û di encama wê de şandeyek ber bi Amerîkayê ve hate şandin da ku peymanekê derbarê derxsitina zeytê ji Amerîkayê re pêk bîne."

(bx)

ANHA