Li Kobanê mîhrîcana 2’yemîn a Şehîd Bawer hat lidarxistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê mîhrîcana 2’yemîn a Şehîd Bawer bi diruşma "Bi ciwanan em ê şerê gel ê şoreşger bi rêxistin bikin û garantiya şoreşa çandê bikin" li dar xist.

13 cotmeh, 2021   14:50
KOBANÊ

Mîhrîcan bi beşdariya bi sedan şêniyên Kobanê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê li dar ket.

Beriya destpêkirina çalakiyên mîhrîcanê, Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl axivî û got dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkrinê êrişên hovane li dijî çiyayên Kurdistanê pêk tîne.

Xunav Xelîl wiha domand: "Ji ber bersivdana van êrişan, ji gel tê xwestin ku xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin, bi taybet jî ji ciwanan tê xwestin ku li hember şerê taybet bisekinin."

Dûvre Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mawa Tolhildan li ser têkoşîna şehîd Bawer li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê axivî.

Tolhildan wiha anî ziman: "Em di pêvajoyekê de dijîn ku gelê Kurd rastî qirkirinê tê. Îro jî li dijî çekên dewleta Tirk ên giran û çekên kîmyewî li çiyayên Kurdistanê gerîla berxwedaneke bêhempa raber dikin. Li aliyekî din jî dijmin dixwaze bi destê PDK’ê civaka êzidî ya li Şengalê qir bike, lê ciwanên Şengalê dê li hember wan êrişan bisekinin."

Tolhildan wiha bi dawî kir: "Ciwanên gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê dê planên dijmin têk bibin û li hember îxanetê bisekinin û dê serkeftin para fikir û felsefeya rêber Ocalan û şagirtên wî be."

Dûvre hunermend Lêgerîn stran bi zimanên kurdî û îtalî pêşkêş kirin, piştre koma ciwanan a dîlanên dîlana gerîla gerand. Her wiha koma şano ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê şanoyek li ser îxanetê li dijî Rojava di çarçoveya şerê taybet de pêşanda. Koma Ebû Wehîd jî şanoyek li ser îxaneta li dijî gerîla ya ji hêla hêzên PDK’ê ve û hewldanên dewleta Tirk ên pêkanîna şerê navxweyî pêşkêş kir.

Li aliyekî din jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê tabloyeke şehîd Bawer diyarî malbata wî kir.

Paşê koma zarokan a dîlana gelêrî ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê dîlan gerdan û piştre rêzepêşandanên werzîşî hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya mîhrîcanê de dîlan di ber stranên Mueyid Şewîş re hatin gerandin.

(fr)

ANHA