Bangên ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk û darizandina sûcdarên Hevrîn Xelef

Welatiyên ku tev li meşa Minbicê bûbûn banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji herêmên Bakurê Sûriyê re kir,  her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji kujerên şehîd Hevrîn Xelef bixwaze.

Bangên ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk û darizandina sûcdarên Hevrîn Xelef
13 cotmeh, 2021   15:09
MINBIC – NÎHAD KERHO

Îro li bajarê Minbicê ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk û hesabxwestina ji kujerên şehîd Hevrîn Xelef re meşek hate lidarxistin. Derbarê mijarê de welatiyên ku tev li meşê bûbûn ji ANHA`yê re axivîn.

 ‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BERPIRSIYARIYÊ RAKE Û SÛCÊN LI DIJÎ JINAN RAWESTÎNE‘

/ar/uploads/files/2021/10/13/131322_aasya-hsyn.webp

Seroka Nivîsgeha Rêxistinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Asiya Hisên wiha axivî: "Em li vir in da ku em sûcên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî bajarên Girê Spî û Serêkaniyê şermezar bikin, her wiha da ku derbarê sûcên li dijî mirovahiyê têne kirin de peyamekê bidin cîhanê û şehîdxistina Hevrîn şermezar bikin."

Asiya Hisên di axaftina xwe de bang li civaka naventeweyî kir ku destwerdanê bike da ku sûcên li dijî sivîlan têne kirin, rawestin.

‘EM HEBÛNA DEWLETA TIRK LI SER XAKA XWE QEBÛL NAKIN‘

/ar/uploads/files/2021/10/13/131339_nasr-hmydy.webp

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Nasir Hesen Himêdî jî ev tişt got: "Em îro daketina qadan da ku şehîd Hevrîn Xelef bi bîr bînin. Her wiha dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve bûye êşek di dilê me de. Em îro derketine da ku ji dagirkeran re bêjin ku ew nikare îrade, hevgirtin û yekitiya me têk bibe."

Hesen Himêdî wiha domand: "Helwesta me sabit e û dê di nêrîna me de ew her tim dagirker in û hebûna dewleta Tirk li bihosteke xaka me qebûl nakin."

/ar/uploads/files/2021/10/13/131305_abrahym-aljabr.webp

Her wiha berdevkê eşîreya El-Bû Betûş Îbrahîm El-Cabir jî bang li civaka navneteweyî kir ku têkeve tevgerê da ku kujerê şehîd Hevrîn Xelef were girtin û hesab jê were xwestin.

Îbrahîm El-Cabir bang li dewleta Tirk kir ku ji herêmên dagirkirî vekişe, ji ber gelê wan herêman bi têkçûnê re rûbirû ne.

(bx)

ANHA