Çeteyên Tirkiyê li Efrîna dagirkirî 10 sivîl revandin

Çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî û Muetesim Billah ên girêdayî arêtşa Tirk a dagirker ji gundê Memila yê kantona Efrînê ya dagirkirî 10 sivîl revandin.

Çeteyên Tirkiyê li Efrîna dagirkirî 10 sivîl revandin
13 cotmeh, 2021   14:20
ŞEHBA

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê daxuyand ku çeteyên Polîsên Leşkerî û Muetesim Billah bi ser gundê Memila yê navçeya Reco de bi 15 erebeyên leşkerî girtin û nêzî 10 sivîlan ji gund revandin.

Li gorî çavkanî, çeteyên tevahî rêyên ber bi gund ve girtin û dest bi revandina bêserûber a bi buhaneyên derew kir.

Navên hin revandiyan wiha ne; Mistefa Mihemed Zîbar, Fewzî Hisên Osman, Ehmed Hisên Hemkilîno, Ehmed Heyder Cafer, Mistefa Şewqî û Fewzî Murad Cafer ku di kêmî hefteyekê de du car in tê revandin.

Çavkanî teqez kir ku çeteyan şêniyan revandî ber bi cihekî ne diyar ve birîn.

(fr)

ANHA