Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 213 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser eşkere kir ku 213 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin, her wiha 9 mirin û 12 jî baş bûn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 213 kesên din bi Koronayê ketin
13 cotmeh, 2021   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 kesên bi vîrusa Koronayê ketibûn mirin, ew jî; mêrek ji Qamişlo, mêr û jinekê ji Dêrikê, jinek ji Kobanê, du mêr û jinekê ji Tebqa, mêrek ji Dêrazorê û yek ji Minbicê.

Desteyê teqez kir ku 213 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin; 133 mêr û 80 jin, di heman demê de ji kesên pê ketine 12 baş bûne.

Li gorî desteyê hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa Koronayê 31 hezar û 104 e, hezar û 59 mirin û 2 hezar 284 baş bûne.

(fr)

ANHA