Şêniyên Til Temirê şehîdên Berxwedana Rûmetê bi bîr anîn

Şêniyên Til Temrê 20 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi bîr anîn. Yek ji wan şehîdan nûçegihanê ajansa ANHA Seed Ehmed e.

Şêniyên Til Temirê şehîdên Berxwedana Rûmetê bi bîr anîn
13 cotmeh, 2021   13:24
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temrê merasîma 20 şehîdên Til Temirê yên Berxwedana Rûmetê, ji nav wan nûçegihanê me Seed Ehmed û çilrojiya şehîd Sosin Bîrhat, Rênas Roj û Egîd Girkê Legê ku di 19’ê Tebaxa borî de şehîd bûbûn, li dar xist.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û beşdariya bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê dest pê kir.

Di merasîmê de Mihemed Seîd Şêxmûs li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û got: "Nivîskarên mezin ên cîhanê nikarin keda van şehîdan wesif bikin. Her şehîdekî/ê dîrokeke nû ji Rojhilata Navîn re nivîsand."

Şêxmûs der barê kedên şehîdan de wiha got: "Şehîdan di oxira parastina rûmet û xakê de canê xwe da, ne ji wan bûya em ê niha di kampan de bûna."

Şêxmûs da zanîn ku pêwîst e rêça şehîdan were şopandin û wiha anî ziman: "Em şêniyên Til Temirê, ne ji şehîdan bûya niha em ne li vir bûn. Rêber Ocalan wiha dibêje; şehîd pêşengên me ne. Dema rêber Ocalan vê gotinê dike, em kî ne rêça wan neşopînin. Kî rêça van şehîdan neşopîne xayîn e û nabe li ser vê xakê bijî."

Şêxmûs wiha bi dawî kir: "Her bostek ji axa vî welatî bi xwîna şehîdên ji hemû pêkhate û olan hatiye rizgarkirin û parastin. Ji ber vê yekê divê em biparêzin û rêya şehîdan bişopînin."

Yek ji rêveberên ajansa me Ehmed Mihemed li ser navê çapemeniyê bixêrhatina malbatên şehîdan û beşdaran kir û got: "Rêber Ocalan dibêje; şehîd mamosteyên me ne , ji ber ku ew me fêrî jiyana azad dikin û canê xwe ji bo parastina ax û rûmeta xwe feda kirin."

Mihemed wiha lê zêde kir: "Qada ragihandinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA’yê, Ronahî TV û YPG û YPJ 26 şehîdên xwe hene. Lê heya niha hevalên wan li eniyên şer li ber xwe didin û dev ji rêya şehîdên xwe bernedane."

Mihemed wiha gotina xwe berdewam kir: "Em ANHA û qada ragihandinê, soza xwe bi hevalên xwe yên şehîd re û di serî de şehîd Seed Ehmed, Dilîşan, Hogir, Rizgar û yên din nû dikin, ku em ê rêya wan temam bikin û em ê bibin pênûsek ku rastiyê ragihînin û neheqiyê li ser gelê xwe rakin. "

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Çîçek Zagros, şehîd Sosin Bîrhat û Rênas Roj bi bîr anîn û wiha got: "Di van rojan de tevî êrişên dijwar em dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî di salvegera wan a duyemîn de bi bîr tînin."

Çîçek Zagros wiha dom kir: "Me 12 hezar şehîd ji bo vê şoreşê dane, em ê tevî gelê xwe parastina destkeftiyên wan bikin."

Çîçek Zagros bang li gelê Kurd kir ku hevgirtî û yek bin, da ku serkeftin para we be, ji ber dem dema serhildana li dijî dagirkeriyê bi hemû rêbazan e.

Merasîma bîranînê bi pêşandana sînevîzyonekê ji bo şehîdên Til Temir, şehîd Seed, Sosin Bîrhat û Rênas Roj û hevrêyên wan, bi dawî bû.

(dx)

ANHA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/XnmjVpTZ3Lw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>