Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn-Şehba banga darizandina kujerên Hevrîn Xelef kir

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn-Şehba bi daxuyaniyeke hevpar banga darizandina kujerên Sekertera Giştî ya partiyê Hevrîn Xelef kir û teqezî bi girîngiya bidawîkirian dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê kir.

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn-Şehba banga darizandina kujerên Hevrîn Xelef kir
13 cotmeh, 2021   12:27
ŞEHBA

Bi dehan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û nûnerên partiyên siyasî yên din li pêşiya navenda partiyê li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û bêdengiya navnetewyî û rêxistinên mafên mirovan li hember qetilkirina Hevrîn Xelef şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê serokê Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn-Şehba Elî Selamê ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de qetilkirina “sembola aşîtiyê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef hate şermezarkirin ku di birêxistinkirina jinan de roleke girîng lîst.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat piştrastkirin ku têgihîştina fikrî û siyasî ya Hevrîn Xelef li xweşiya dewleta û çeteyên wê nehat, ji ber wê bi rêya koma Ehrar El-Şerqiyê ya bi serkêşiya çete Hatim Ebû Şeqira Hevrîn qetil kir. 

Meclisê destnîşan kir ku şehîd Hevrîn Xelef ji bo hemû jinên azad bû sembol û bi hezaran jinên Sûriyê û cîhanê rêya wê dişopînin.

Di daxuyaniya de bang li li rêxistinên hiqûqî û civaka navneteweyî hat kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê li ser sûcên şer werin darizandin û dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê were bidawîkirin.

(dm)

ANHA