Çeteyên Tirkiyê li Girê Spî ji ber qutbûna mûçeyên xwe protesto kir

Çavkaniyên herêmî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî daxuyand ku çeteyên dewleta Tirk fermanên leşkerî red kirin û gefên hiştina nuqteyên xwe yên li eniyên şer xwarin.

Çeteyên Tirkiyê li Girê Spî ji ber qutbûna mûçeyên xwe protesto kir
13 cotmeh, 2021   13:47
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, çeteyan demek da serçeteyên xwe ku mûçeyên wan ên ji çend mehan ve hatine qutkirin bidin, lê ji ber nedayîna mûçeyan çeteyan protesto kir.

Çavkanî da zanîn ku çeteyan gefên lidarxistina xwepêşandanan û nepêkanîna erkên leşkerî û danîna çekên xwe xwarin.

Heman çavkanî diyar kir ku gelek çeteyên red kirin ku biçin eniyên şer û serçeteyên xwe bi dizîna mûçeyan xwe tawanbar kir.

Her wiha çavkanî eşkere kir ku gelek çeteyên Firqet 20’an ku baregeha wan li bajarokê Silûkê ye, beriya du rojan li pêş baregeha dewleta Tirk a li bajarokê li ser qutkirina mûçeyan xwepêşandan li dar xist.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Girê Spî û gundewarên wê piştî êrişên 9’ê Cotmeha 2019’an dagir kirin.

(fr)

ANHA