​​​​​​​Mala Êzidiyan a Helebê Cejna Cima pîroz kir

Mala Êzdiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Cejna Cima (Hec) pîroz kir û hêvî kir ku aştî û ewlehî li cîhanê serwer be û herêmên dagirkirî yên Rojava rizgar bibin.

​​​​​​​Mala Êzidiyan a Helebê Cejna Cima pîroz kir
13 cotmeh, 2021   12:13
HELEB

Êzidî her sal di 6'ê Cotmeh de li perestgeha Laleşê ya li nêzî qezaya Şêxan a Başûrê Kurdistanê kom dibin da ku Cejna Cima (hec) pîroz bikin. Cejna Cima ji girîngtirîn cejnên Êzidiyan e. Rê û resmên cejnê 7 rojan, anku heta roja 12`ê Cotmehê dewam dikin.

Di rojên cejnê de, Êzidî rê û resmên xwe li perestgeha Laleş pêk tînin.

Êzidiyên Helebê ji ber zehmetiya çûyîna Başûrê Kurdistanê û belavbûna vîrusa Koronayê, nikarin serdana perestgeha Laleş bikin. Ji ber wê yekê Mala Êzidiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê îro Cejna Cima pîroz kir.

Bi dehan êzidî û nûnerên ola îslamê beşdarî merasîma cejnê bûn.

Di pîrozkirina Cejna Cima de, Mala Êzidiyan şêranî li beşdaran belav kir, her wiha mûm li kêleka peykerê Laleşê hatin pêxistin.

Endama Mala Êzidiyan Gulê Xezalê got: "Diviyabû ev cejn li perestgeha Laleş bihata pîrozkirin, lê ji ber ku çûyîna Başûrê Kurdistanê zehmet e, her wiha ji ber belavbûna Koronayê, me Cejna Cima li Mala Êzidiyan a Helebê pîroz kir. "

Gulê Xezalê hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka aştî, ewlehî û aramiya li seranserê cîhanê, her wiha erdên dagirkirî werin rizgarkirin û xwediyên wan vegerin warê xwe.

(dx)

ANHA