Kesên nenas bombeyên destan avêtin taxên Siwêdayê

Li gel tevlîheviya li bajarê Siwêda yê Sûriyê, vê berbangê li bajêr dengê 3 teqînan hate bihîstin. Hate ragihandin ku kesên nenas bombeyên destan avêtine taxên bajêr.

Kesên nenas bombeyên destan avêtin taxên Siwêdayê
13 cotmeh, 2021   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kir ku li bajarê Siwêdayê dengê 3 teqînan hatî bihîstin, diyar bû ku kesên nenas bombeyên destan avêtine nava texên bajêr, her wiha erdeki çandiniyê yê li rojavayê bajêr bi bomboyên RBG`ê hedef girtine û ji ber wê dengê teqînan hatî bihîstin. Derbarê windahiyên canî de heta niha agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.

SOHR`ê di 9`ê Cotmehê de diyar kiribû ku navendeke hêzên hikumeta Şamê bi bombeyên RBG`ê hatiye hedefgirtin û di encamê de 2 endamên hikumetê birîndar bûne.

(cx)