Li bajarê Marê yê dagirkirî balafireke Rûsya hate xistin

Hate ragihandin ku li bajarê Marê yê dagirkirî yê balafireke bêmirov a Rûsyayê hatiye xistin.

Li bajarê Marê yê dagirkirî balafireke Rûsya hate xistin
13 cotmeh, 2021   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajarê Marê yê gundewarê bakurê Helebê balafireke bêmirov ya Rûsyayê hatiye xistin.

Ev yek piştî çend rojan ji rêzeêrişên hewayî yên balafirên Rûsyayê li dijî nuqteyên çeteyan ên li herêmên cuda yên dagirkirî yên li gundewarê bakurê Helebê, pêk tê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bajarê Marê di bin dagirkeriya dewleta Tirk  û çeteyên wê de ye.

(cx)

ANHA