Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê bang kir: Biryarên qedexeyê pêk bînin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê di civîneke çapemeniyê de bang li şêniyan kir ku li gorî tedbîrên qedexeya giştî ku dê 16`ê Cotmehê de dest pê bike, tevbigerin da ku pêşî li belavbûna vîrusa Koronayê bigrin.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê bang kir: Biryarên qedexeyê pêk bînin
14 cotmeh, 2021   16:09
KOBANÊ

Civîna çapemeniyê  li avahiya Desteya Tenduristiyê ya bajarê Kobanê ji aliyê hevserokê desteyê Ehmed Mehmûd ve hate lidarxistin.

Ehmed Mehmûd di civînê de got: "Hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê roj bi roj zêdetir dibe. Ji ber vê yekê jî îro civîna endamên Şaneya Aloziyê hate lidarxsitin û di encama wê de biryara qedexeya giştî li hemû bajarê herêma Firatê hate girtin. Qedexeya giştî dê 10 rojan dewam bike."

Ehmed Mehmûd wiha domand: "Li gorî encamên civînê, ji bilî dikanên madeyên xwarinê hemû dikanên bazirganiyê, hemû cihên olî, salonên dawetan û konê ezayan dê werin girtin."

Mehmûd destnîşan kir ku ji bo xebatê çandiniyê dê rojane bendên kontrolê ji saet 06:00`an heta saet 08:00`an vekirî bin û di danê êvarê de ji saet ji saet 17:00`an heta saet 20:00`an dê vekirî bin.

Her wiha Mehmûd diyar kir ku ji bilî saziyên ku xebatê wan berdewamiyê dixwaze hemû saziyên Rêveberiya Xweser, zanîngeh, dibistan, peymangeh, nivîsgeh dê werin girtin.

Ehmed Mehmûd diyar kir pêla çaremîn a korona pêl ji yên berê xetertire  û bang li şêniyan kir ku li gorî biryara qedexeya giştî tev bigerin da ku vê pêlê derbas bikin.

Ehmed Mehmûd bang li şêniyên ku bi vîrusê ketine ku berê xwe bidin navendên hatine diyarkirin, bê xemî nêzî vîrusê nebin, guh nedin gotegotên di nava şêniyan de belav dibin da ku di zûtirîn dem de baş bibin û jiyana xwe û jiyana xizmên xwe nexin xeteriyê.

Mehmûd da zanîn ku her kesê di zûtirîn dem de serdana aliyên pêwendîdar kir ku di zûtirîn dem de ji vîrusê baş bûn bêyî ku jiyana xwe bikeve xeteriyê.

Ehmed Mehmûd got, hejmara pêketiyên vîrusê li herêma Firatê di nava zêdebûneke xeternak de ye, hejmara wan gihaştine 566 kes û di heftiya borî de li herêmê 260 kes bi vîrusê ketibûn.

Ehmed Mehmûd teqez kir ku hejmara pêketiyan di nava şêniyên ku di malên xwe dimînin zêde dibe û ji ber wê jî divê berê xwe bidin navendên taybet. Her wiha got,  çareseriya yekana ku pêşî li vîrusê were girtin qedexeya derketina derve ye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd di dawiyê de got: "Rêveberiyê ji bo pêketiyên vîrusê nêzî 1 milyon dolar bû da ku em karibin jiyana wan ji xeteriyê rizgar bikin. Nêzî 300 hezar L.S bi awayekî rojane ji bo her pêketiyekî vîrusê tê dayîn. Ev hemû ji bo şêniyan e. Divê şênî di malên xwe de bimînin ji bo ku jiyana xwe nexin xeteriyê."

(bx)

ANHA