Dagirkeriya Tirk li çiyayê Zawiyê nuqteyeke din a leşkerî ava kir

Piştî amadekariyên hefeteyekê, hêzên dewleta Tirk a dagirker îro nuqteyeke leşkerî ya nû li gundê Bênîn ê li rojhilatê çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê, ava kir.

Dagirkeriya Tirk li çiyayê Zawiyê nuqteyeke din a leşkerî ava kir
13 cotmeh, 2021   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên dewleta Tirk a dagirker avakirina nuqteyeke leşkerî ya nû li gundê Bênîn ê li rojhilatê çiyayê Zawiyê yê li hemberî bajarokê Merast El-Nûman, bi dawî kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên dewleta Tirk a dagirker beriya hefteyekê dest bi amadekariyên avakirina vê nuqteyê kiribû.

Dewleta Tirk a dagirker nuqteya nû li ser rêya Merat El-Nûman-Erîha ava kir, bi wê yekê rêyên sereke bi temamî tên girtin û şopandin. Ev siyaset berê jî li Seraqibê pêk hatibû.

SOHR`ê di 10'ê Cotmehê de diyar kiribû ku hêzên dewleta Tirk nuqteyeke leşkerî ya nû li bajarokê Avis ê nêzî bajarê Seraqib û rêya M4 li rojhilatê Idlibê, ava kiriye. Di wê nutqeyê de 2 tank, 4 wesayîtên veguhestina leşkeran, 3 wesayîtên zirxî û nêzî 50 leşker hene.

Ev yek hemwextî gihaştina karwanên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê ji bajarê Seraqib re pêk tê, ku li ser wê yekê artêşa dewletaTirk a dagirker hêzên xwe belav kirin û li seranserê eniyên şer ên derdorê bajarê Seraqib, çiyayê Zawiyê û gundewarê rojavayê Helebê, tank û panzêrên xwe bi cih kirin.

(dx)