Digel berbelavbûna Koronayê, pêdiviya koçberên Girê Spî bi dermanan heye

Navenda tenduristiyê ya kampa koçberên Girê Spî astengiya peydakirina pêdiviyên tenduristiyê ji hemû rewşên nexweşiyê re dibînin, bi taybet rewşên pêketiyên Korona. Rêveberiyê banga pêşkêşkirina pêdiviyên tenduristiyê kir.

Digel berbelavbûna Koronayê, pêdiviya koçberên Girê Spî bi dermanan heye
13 cotmeh, 2021   07:08
EYN ÎSA

Navenda tenduristiyê ya kampa koçberên Girê Spî rojane ji 70 heta 100 nexweşxan ji kampê pêşwaz dike û ximzetên tenduristiyê li gorî derfetên heyî pêşkêş dike.

Bi vekirina kampa koçberên Girê Spî re di 22’yê Mijdara 2019’an de navenda tenduristiyê hat vekirin, tê de kadroyên tenduristiyê yên ji Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a navçeya Eyn Îsayê bi awayekî nobetdariya rojane dixebitin.

Lê pêdiviya navendê di vê demê de bi tevahî pêdiviyên tenduristiyê ji bo nexweşan heye, bi taybet bi kêmbûna pileya germahiyê û sermayê re. Ji ber piranî rewşên tên nexweşxaneyê navçûn, serma û hwd.

Di navendê de derman kêm e. Tenê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê dermanan pêşkêş dike û ew jî têra ji sedî 10 ji pêdiviyên nexweşên rewşa wan a aborî lewaz e nake. Ji ber piştî ku dagirkeriya Tirk bi darê zorê ew ji gundên wan koçber kirin, jêderên xwe yên sereke yên jiyanê winda kirin.

Koma tenduristî ya li navenda kmapê dixebite çavdêriya li ser navenda karantînayê ya li kampê dike. Her wiha kom kesên gûmanên nexweşiya korona li ser wan hene, dikin karantînayê û li gorî derfetên xwe xizmetên tenduristî pêşkêş dikin, ji baldarî, oksojîn û hwd.

Navenda karantînayê ya li kampê ji bo pêşwazkirina 50 kesî hatiye amadekirin, lê alavên tenduristî û amadekariyên wê nikarin zêdetirî 7 kesên bi vîrusê ketine pêşwaz bike.

Girêdayî vê yekê, endamê rêveber ê navenda karantînayê Fadil Çawîş got rojane zêdetirî dehan rewşên gûmanên Koronayê li ser hene tên navendê. Lê ew nikarin zêdetirî 7 kesan li navendê pêşwaz bikin. Ji ber ku pêdiviyên tenduristiyê kêm in.

Çawîş da zanîn ku piranî rewşên bi gûman ên ji wan re tên, ew dişînin nexweşxaneya Eyn Îsa yan jî nexweşxaneyên Reqa. Ji ber derfetên li kampê lawaz in.

Çawîş hişyarî li ser berdewamkirina vê rewşê da û got dibe ku rewşên pêketiyên vîrusa Koronayê li kampê zêde bibin.

Fadil Çawîş bang li rêxistinên mirovî yên têkildarî tenduristiyê kir ku alîkariyan pêşkêşî kampê bikin, da ku xizmeta nexweşan bikin, bi taybet pêketiyên vîrusa Koronayê. Ji ber ku şênî ji ber rewşên madî yên dijwar nikarin biçin nexweşxaneyan.

(fr)

ANHA