Cotkarên Dêrazorê: Qutkirina ava Firatê sûcê herî qirêj ê dewleta Tirk e

Şêniyên Dêrazorê ji qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve û siyaseta wê ya birçîkirina herêmê nerazîbûn nîşan da û ev kiryar wekî sûcên deweta Tirk ên herî qirêj bi nav kirin.

Cotkarên Dêrazorê: Qutkirina ava Firatê sûcê herî qirêj ê dewleta Tirk e
Cotkarên Dêrazorê: Qutkirina ava Firatê sûcê herî qirêj ê dewleta Tirk e
Cotkarên Dêrazorê: Qutkirina ava Firatê sûcê herî qirêj ê dewleta Tirk e
Cotkarên Dêrazorê: Qutkirina ava Firatê sûcê herî qirêj ê dewleta Tirk e
Cotkarên Dêrazorê: Qutkirina ava Firatê sûcê herî qirêj ê dewleta Tirk e
13 cotmeh, 2021   07:13
DÊRAZOR

Dewleta Tirk ev demek dirêj e ku qutkirina ava Firat didomîne, ji ber vê yekê li derdora çemê Firatê  çandinî  bi paş ketiye. Vê yekê herî zêde bandor li gundewarê Dêrazorê ku cihê herî dawî ê çemê Firatê ye, kiriye.

Dêrazor îsal di warê çandiniyê de bi paş ketiye, xwediyê erdan ji ber birîna avê nekarîn  zêdetirî 250 hezar donimî biçînin. Bi taybet hilberînên stratejîk ên ku avê pir dixwazin. Piraniya şêniyên Dêrazorê debata xwe bi çanidiyê dikin û ji bo avdana çandiniyê jî çemê Firatê çavkaniya wan ya sereke ye.

Cotkarê bi navê Mihemed El-Ismaîl ê ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê ku rewşa wî jî wekî rewşa tevahî cotkaran e, Ji ber nebaşiya rewşa jiyanî û nekarîna çandina erdê xwe gazinc kirin. Avdana bi rêya bîrên avê lêçûneke pir zêde dixwaze, lê ava çemê Firatê av û pere ji bo avdanê li ser sivik dikirin.

El-Ismaîl siyaseta dewleta Tirk a birçîkirina gelê Sûriye, wekî sûcê herî qirêj bi nav kir û wiha domand:"Erdogan siyaseta birçîkirinê dimeşîne, ji ber ku baş dizane ku av bingeha jiyanê ye û esasê debara jiyana me ye, ji ber wê yekê avê qut dike."

Di encama kêmbûna ava çemê Firat de li Dêrazorê, asta qirêjiyê hewayê bilind bûye, ev yek jî ji aliyê navendên jîngehê li Dêrazorê ve hatiye belgekirin. Her wiha komîteya teduristiyê piştrast kir ku bi dehan kesên hatine nexweşxaneyê bi jehrê ketine, sedem jî vexwarina ava ku ne ji bo vxwarinê ye.

(dm)

 ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/l8mdzzL-NaQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>