​​​​​​​Nexweşxaneya Şedadê li benda kadroyên tenduristiyê ye da bikeve xizmetê

Piştî zêdetirî salekê ji xebatên sererastkirinê û li gel astengiyên ku Desteya Tenduristî ya kantona Hesekê tê re derbas dibe, Nexweşxaneya Gel a Şedadê li benda kadroyên tenduristiyê ye da ku ji nûve bikeve xizmetê. ‎

​​​​​​​Nexweşxaneya Şedadê li benda kadroyên tenduristiyê ye da bikeve xizmetê
13 cotmeh, 2021   07:28
HESEKÊ_ BASIM EL-DEXÎL ‎

Piştî salekê ji xebatê ku di Gulana borî de destpê kiribû, Werşeyên xebatê sererastkirina Nexweşxaneya Gel a Şedadê bi dawî kir. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî amadekariyan dike ji bo kadroyên tenduristiyê yên pispor li nexweşxaneyê erkdar bike.

Li gorî kesên projeyê bi rêve dibin, ji destpêka Çileya par ve dest bi sererastkirina nexweşxaneyê hat kirin. Di encama şerê rizgarkirina bajarokê Şedadê ji çeteyên DAIŞ’ê de hema bêje nexweşxane bi temamî hatibû wêrankirin. ‎

Ji ber bangawaziyên şêniyên navçe, gundewar û bajarokên derdora Şedadê û pêdiviya wan bo xebatên tenduristiyê, xebatên ji nûve sererastkirina nexweşxaneyê hatiin destpêkirin.

Dema Nexweşxaneya Gel a Şedadê were vekirin dê xizmetên tenduristiyê pêşkêşî zêdetirî 700 gund û bajarokên li başûrê Hesekê bike, wekî mîna Şedad, Mergede, Erîşa, Deşîşe û Ebdan. ‎

Bi vekirina nexweşxaneyê re, dê şêniyan ji azarên rêwîtiya dirêj a ber bi nexweşxaneyên bajar û navçeyên derdorê ve xilas bike.

Niha xebat li ser vekirina 4 beşên sereke wek ambulans, nexweşiyên zarokan, hundirîn û jinan, tê kirin.

‏

Li gorî endama rêveber a Desteya Tendurstiyê ya kantona Hesekê Sîham Mela, Desteya Tendurstiyê ya Bakur û ‎Rojhilatê Sûriye dê tenê wan beşan veke, ji ber pisporiyên dîtir tune ne. ‎

Sîham Mela piştrast kir ku astengiyên li pêşiya vekirina nexweşxaneyê derketine ew in ku ‎kadroyên tendûristî, bijîşkên pispor li herêmên başûrê Hesekê kêm in û vîrusa Koronayê jî belav bûye.

Sîham Mela destnîşan kir ku Desteya Tenduristiyê amedekariyên vekirina nexweşxaneyê li gorî derfetên heyî dike û wiha got: "Kadroyên tenduristiyê yên ku dê li 4 beşên nexweşxaneyê bixebitin, tên amadekirin, heta ku kadroyên din bi giştî tên aktîfkirin."

Têkildarî dema aktîvkirina van beşan û vekirina Nexweşxaneya Gel li Şedadê, endama rêveber a  ‎Desteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê Sîham Mela wiha got: "Piştî ku kadroyên tenduristiyê bi temamî werin amadekirin, dê nexweşxane di demeke nêz de were vekirin.”

 (dm)‏

ANHA