​​​​​​​Dagirker gundewarê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran dikin-HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker rêya M4 û gundên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran dikin.

​​​​​​​Dagirker gundewarê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran dikin-HATE NÛKIRIN
12 cotmeh, 2021   20:12
EYN ÎSA

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundewarê rojhilat ê navçeya Eyn Îsayê zêde kirin. Di van kêliyan de gundê Mişêrfê û embarên wê yên genim, gundê Seyda û rêya M4 bi hawn û obusan topbaran dikin.

Agahiyên têkildarî ziyanên topbaranê nehatin bidestxistin.

ANHA