‛Hedefgirtina Hevrîn Xelef hedefgirtina projeya wekhevî û edaletê bû’

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û Gundewarên wê Ezab Ebûd li ser şehîdxistina Hevrîn Xelef got: "Hedefgirtina wê hedefgirtina projeya avakirina civakeke exlaqî û polîtîk bû. Her wiha hedefgirtina rihê jinan bû ku roleke mezin di şerê li dijî DAIŞ'ê de lîst."

‛Hedefgirtina Hevrîn Xelef hedefgirtina projeya wekhevî û edaletê bû’
13 cotmeh, 2021   06:31
MINBIC-EHMED QERACE

9’ê Cotmeha 2019’an, dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di encamê de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Piştî çend rojan ji êrişan anku roja 12’ê Cotmehê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 di kemîneke komên çete yên dewleta Tirk de hate şehîdxistin.

Hîna dengvedana wê êrişê ku bandoreke neyênî ya mezin li herêmê kiriye heye, bi taybet ji ber ku hîna dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û gefên dagirkirina herêmên nû dixwe. Li hember vê yekê cîhan bê deng e.

NE SÛCEKÎ NÛ YE!

Li ser vê yekê Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û Gundewarên wê Ezab El-Ebûd şehîd Hevrîn Xelef û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Em soz didin wan ku em ê li ser rêya wan bimeşin. Ji ber ku rêya wan rêya azadî û rizgariya ji zulm, dagirkerî û destpotiyê ye."

Ezab El-Ebûd wiha domand: "Ev ne sûcê yekemîn e ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin. Lê belê ev yek temamkirina gelek sûcan e, mîna hedefgirtina du pêşeng û damezrînerên Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Umer Elûş û Merwan El-Feteyîh in. "

Ezab El-Ebûd got, hedefgirtina Hevrîn Xelef hedefgirtina projeya mirovahî ya avakirina mirovên azad û avakirina civakeke demokratîk ya exlaqî û polîtîk e û wiha domand: "Her wiha hedefgirtina rihê jinan bû ku rola wê ya mezin di şerê li dijî terorê de hebû. Ji lew re dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe hewl da vê projeya demokratîk têk bibe, da ku ev proje derbasî hundirê Tirkiyê yan jî derbasî nava rejîmên dîktator û destpot bi giştî nebe."

‛ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BI XWE RE TEROR ANÎ HERÊMÊ’

Ezab El-Ebûd destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide alozî û krîzên hundirîn li çi dewletekê bi kar bîne, da ku bikaribe van herêman dagir bike û ajandeyên xwe lê ferz bike û bi bîr xist ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve dewleta Tirk hewl dide ji krîza Sûriyê sûdê bigire, da ku împratoriya Osmanî zindî bike.

Ezab El-Ebûd wiha gotina xwe berdewam kir: "Em ji bîr nakin ku dewleta Tirk di dema êrişên li dijî SErêkaniyê û Girê Spî de Hevrîn Xelef hedef girt û şehîd xist, da ku terorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike."

Ezab El-Ebûd bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike ku sûcên xwe yên bênavber bi dawî bike û got, divê lêpirsîn derbarê doza şehîdxistina Hevrîn Xelef de were vekirin û sûcdar werin cezakirin.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û Gundewarên wê wiha dawî li gotina xwe anî: "Bêyî zexta li dijî dewleta Tirk û hevgirtina pêkhateyên herêmê tu çareserî li Sûriyê pêk nayê. Ji ber ku armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye, lê belê çewisandina gelê Sûriyê bi tevahî ye."

(dx)

ANHA